Rojnivîska Festîvala Duhokê III: Casimê Celîl û Landless

Rojnivîska Festîvala Duhokê III: Casimê Celîl û Landless
Rojnivîska Festîvala Duhokê III: Casimê Celîl û Landless
Ekrem Yildiz
  • 18 Kasım 2021 12:55

Di roja sêyemîn ya festîvalê da hem ji sînemaya cîhanê û hem jî ji sînemaya kurdî çendîn kurtefîlm, direjefîlm û belgefîlm hatine nîşandan. Giraniya bernameya îro zêdetir li ser fîlmên kurdî bû. Her çar dirêjefîlmên kurdî yên wekî Brother’s Keeper, Zalava, Sidik and The Panther û Landless hatine nîşandan ku her çar jî yên di beşa pêşbirka sînemaya kurdî da ne. Herwiha li gel belgefîlmên Casimê Celîl: Jiyana Rewşenbîrekî Kurd û Sîpano û heft kurtefîlmên kurdî yên pêşbirkê da jî hatine nîşandan.

Bernameya festîvalê, roja sêyem (16.11.2021)

Hem ji ber zêdebûna fîlmên kurdî di bernameya roja sêyem da hem jî ji ber nîşandana fîlma Landlessê ku Hanî Mojtahedî tê da rola serekî digêra, roja sêyemîn di nav van her sê rojên festîvalê da qereblixtirîn roja festîvalê bû. Di gel ku di bernameya roja îro da gelek fîlmên kurdî hatine nîşandan, di rojnivîsak îro ya festîvala Duhokê da em li ser belgefîlma Casimê Celîl (2021) ya bi derhênana Özlem Diler û Celil Badîkanlı û Landlessa (2021) Tûrej Aslanî hûr bibin û bidine nasîn.

Casimê Celîl: Li dû şûnwarên bavûkalan

Belgefîlma Casimê Celîl: Jiyana Rewşenbîrekî Kurd yek ji belgefîlmên kurdî yên îsal e ku ji aliyê derhêner Özlem Diler û Celil Badikanlı ve hatiye sazkirin. Senaryoya fîlmê Dîlan Engîn nivîsiye û berhemhênerê fîlmê jî aliyê Celil Badikanlı ye.

Postera belgefîlma Casimê Celîl: Jiyana Rewşenbîrekî Kurd, 2021

Belgefîlma Casimê Celîl, belgefîlmeka kurdî ye ku li ser jiyan, karûbarên rewşenbîrî û rewşenbîrê kurd Casimê Celîl û malbata wî radiweste. Belgefîlm ji aliyê temayê ve dibe du beş. Beşa ewil ya belgefîlmê li ser karûbarên Casimê Celîl û yên babê wî Celîlê Celîl yên wekî arşîvgerî, radyoya kurdî ya Êrîvanê û karên edebî û ferhengî yên li Sovyetê. Di beşa duyem ya belgefîlmê da, Casimê Celîl ji Ermenistanê tê Qersê û li dû lêgerîna şûnewar û gundê malbata xwe dikeve. Di paşxaneya vê belgefîlma rêgeyî da jenosayda ermenan û bêcihûwarkirin û mihacirkirina kurdên êzîdî tê behskirin.

Belgefîlma li ser jiyana Casimê Celîl yekser belgefîlma Lusin Dink ya bi navê Saroyan Land tîne bîra mirovî ku xala hevpar ya van herdu belgefîlman li ser jiyana rewşenbîrên mihacir in. Malbata nivîskar û rewşenbîrê ermen William Saroyan jî wekî malbata Casimê Celîl di dema qirkirina ermen da tên bêcihûwarkirin. Di herdu belgefîlman da jî hem William Saroyan hem jî Casimê Celîl ji xerîbî û xurbetê bi rê dikevin û li welatê bavûkalên xwe digerin. Belgefîlma Casimê Celîl herçend wekî belgefîlmeke portreyî be jî, di paşxaneya wê da mesele û bûyerên dîroka nêzîk ya kurd û ermenan tê behskirin. Belgefîlm bi niyeteka gelek safiyane û bi destê kurdan hatiye çêkirin, lewma dikare bibe belgename û çavkaniyeka girîng ji bo tomarkirina dîroka kurdî ya nêzîk.

Landless: Fîlma ji Iphone 11ê derketî

Fîlma Landlessê (2021) ya derhêner û derhênerê dîmenan yê navdar Tûrej Aslanî di roja sêyem ya festîvalê da hate nîşandan. Landless, heta îro yek ji fîlmên kurdî bû ku bîneran ji ber çendîn sebeban eleqeyeka gelekî mezin nîşan da. Sebebên eleqeya mezin ya bo fîlmê, ji naveroka fîlmê zêdetir, eleqe bo lîstikvana serekî Hanî Mojtehadî û lîstikvanê alîkar Hekar Ebdulqadir bû ku berî heyamekê wefat kir. Zorîneya bîneran bo yadkirina Hekar Ebdulqadir hatibûn, ku gava li ser ekranê rola xwe digêra bîneran çendîn caran destên xwe diqutan.

Landless, li ser çîrokeka rastî hatiye raçandin ku ji ber êrişa DAIŞê goranîbêjeka kurd ya ducanî mecbûr dimîne li gel mêrê xwe koçî ewrûpayê bike. Ji xeynî sê sehneyên pêşiyê yên fîlmê, hema bêje temamiya fîlmê di tankereka neftê da derbas dibe. Derhênerî, senaryonûsî û berhemhêneriya fîlmê ji akiyê Tûrej Aslanî ve hatiye kirin. Rolên sereke yên fîlmê ji aliyê Hanî Mojtehadî û Cahit Şahin Yalkınî ve hatine gêran.

Traîlera fîlma Landlessê, Tûrej Aslanî, 2021.

Ji xeynî her sê sehneyên pêşiyê yên li nexweşxane, li mal û li konsertê pitiriya fîlmê di tankereka çarbeşî ya neftê da derbas dibe. Derhênerî, bi alegoriya çar beşên tankerê mesele kêşaya ser rewşa polîtîk ya Kurdistanê û di nava rêwîngên penaber da ji gelek nasname û rengên cûda yên li kurdistanê yên wekî êzîdî, mesîhî û misilman hebûn ku ev tercîha derhênerî ya derbarê îdealîzyona Kurdistanê da ye.

Tûrej Aslanî derhênerekî dînemanan yê navdar e ku heta niha zêdetirî pênceh fîlman da wekî derhênerê dîmenan kar kiriye. Taybetiya herî mezin ya vê fîlma wî ya nû ew e ku fîlm bi telefona Iphone 11ê hatiye girtin. Ev tercîha bikaranîna wî ya Iphone 11ê, hem hewldan û tercîheka nû ya sînematografîk e hem jî ferziyeta lokasyona fîlmê ye ku fîlm di cihekî gelekî teng da, di tankereka neftê da hatiye girtin.

Postera Landlessê, Tûrej Aslanî, 2021.

Babeta fîlmê koçberî û penaberî ye ku di sînemaya kurdî da ev babet êdî gelekî dûbare ye. Ji ber paşxane û şarezatiya Tûrej Aslanî ya wênegiriyê, mirov dikare bi rehetî methê îmajên estetîk û derbasbûnên nerm û lihev yên di navbera sehneyan da bide. Ji ber egera dubarebûna babetên koçberî û penaberî û sînorbirînê yên di sînemaya kurdî da, ew ihtimala hevbandoriya derhêneran gelekî mimkin e. Landless, hem ji aliyê çîroka xwe ve hem jî ji aliyê avakirina hindek sehneyan ve dişebe fîlma Hîşam Zeman ya bi navê Berîya Berfbarînê /Before Snowfallê, ku ne ji sedî sed jî be jî mirov dikare bibêje di bin tesîr û teqlîda hindek sehneyên fîlma Berîya Berfbarînê da maye. Bo nimûne sehneyên strêçpêçana karakteran û sehneyên li ser banê tankerên neftê. Tişteka din ya mirov ji bo vî fîlmî bibêje ew e ku, ji ber ku çîroka goranîbêjekê ye, derhênerî wekî lîstikvan Hanîya goranîbêj tercîh kiriye û hebûna fîlmê bi hebûna Hanî ve hatiye girêdan û Haniyê bi lîstikvaniya xwe ya amatorane fîlm fetisanidye. Herwiha diyalogên karakterên koçber yên fîlozofane kêm caran pêbawer in û gelekî beloq xuya dikin.

n.