Rojnamevanê ku Yewnanîstanê ew dersînor kir li Tirkiyeyê hate girtin

  • 25/01/2023
Rojnamevanê ku Yewnanîstanê ew dersînor kir li Tirkiyeyê hate girtin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

25/01/2023

Rojnameger Mirad Verîmê ku di sala 2016an de 4 sal cezayê girtîgehê lê hatû birîn, piştî ku Yewnanîstanê bi ew dersînor, li Tirkiyeyê hate girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rojnameger Verîmê ku li Mêrdînê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” dihat darizandin û di sala 2016’an de 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Verîmê ku ji aliyê hîkûmeta Yewnanîstanê ve hat dersînorkirin, li Tirkiyeyê hat binçavkirin û ji ber cezaya lê hatibû birîn hat girtin.

Komeleya Rojnamegeran ya Dicle û Firatê jî agahiya girtina rojnamevan di rupela xwe de belavkir.

%d