Rojnamevan Ahmet Kanbal hatiye desteserkirin

Rojnamevan Ahmet Kanbal li Mêrdînê di serdagirtina malê de hatiye desteserkirin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Mêrdînê, di ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal da hatiye girtin û ew hatiye desteserkirin. Polîsan dest danîne ser telefon û komputera Kanbalî. Wekî sedema desteserkirinê heta niha tiştek nehatiye zanîn. Tê zanîn ku Kanbal hatiye birin bo Şaxa TEMê ya Midurîyeta Polîsan ya Mêrdînê.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times