ROJNAMEGERÎYA EDEBÎ

ROJNAMEGERÎYA EDEBÎ
ROJNAMEGERÎYA EDEBÎ
Vahdet Uçar
  • 11 Kasım 2021 09:37

MURAT BAYRAM*

BOTAN INTERNATIONAL

* Murat Bayram 11 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Avakarê Botan Internationalê ye û edîtorê ortadogunewsê ye. Ew yek ji avakarên beşa kurdî ya bianetê ye, wî çar salan li wê derê edîtorî kir û dersên rojnamegerîyê bi zimanê kurdî û tirkî daye. Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye. Nûçeyên wî li 8 welatan bi 6 zimanan hatine weşandin. Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye. Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî. Bayramî demên qedexeya derketina derve li Cizîr, Silopya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li kitêba xwe ya bi navê “belkî îşev binive” civandine(Weşanxaneya Avestayê, 2018). Kitêba Bayramî ji bo zimanên Ingilîzî, Îtalî, Almanî û Farisî tê wergerandin. Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 46 kitêban kiriye.

Edebiyata rojnamegeran û rojnamegerîya edebî du têgehên ji hev cida ne. Edebiyata rojnamegeran: Ew karên edebî ne ku rojnamegeran kiriye. Rêdûr Dîjle, Kêsek(helbest), Omer Faruk Baran, Şevek îstismar (roman) ji bo vê yekê nimûne ne.

*Rojnamegerîya edebî, ew rojnamegerî ye ku çîroka bûyerekê li ser çîrokeka kesekê/î an jî hin kesan diyar dike.

*Rojnamegerîya edebî, edebiyat û afrînerî ye!

Edebiyat e: ( Yaşar Kemal, 40 salên roportajnivîsîyê)

Çawa beşeka edebiyatê ye an na? Edebiyat bi xwe ye! Hêza ku wê ji nûçeyan cida dike hêza wê ya ji edebiyatê ye… Roportaj afirandin e. Tu bêyî ku biafirînî tu nikarî rastiyê bibînî, tu bibînî jî nikarî ji yên li pêşberê xwe re bibêjî. Nûçe nîşaneka rastîyê ye lê li pişt nûçeye çi heye, çi çêbûye, jiyaneka çawa heye, çi diqewime, trajedî çi ne, şîn û şahî çi ne… vê yekê nûçe nikare bide me. Roportaj xwe digihîne erdên welê ku nûçe nikare xwe bigihîneyê, rastîyê naguhere lê bi afirandinê pêşkêş dike.

– John Berger: Ma dema rojnamegerek çîrokeka ji xwe heyî dibêjin, afrînerî kiriye?

– Susan Sontag: Mirov piştî ku dibîne, dibihîse, lêdikole û serwextî çîrokekê dibe. Sanîyeya ku difikire ez ê vê çîrokê çawa bibêjim, dest bi afirînerîyê dike.

*Ji bo rojnamegerîya edebî bûyer û eşkerekirina rewşekê giring e, dikare nasnameya lehengan veşêre, nebêje an jî navekê li lehengan bike.

*Nûçegihanîyek e ku sebrkêşîyê dixwaze û hewil nade mijarê bilez bigihîne lê hewil dide mijarê zelal bike.

*Edebîbûna rojnamegerîyê ne ji ber gotinên xemilandî ye. Gotinek an jî teswîreka rasterast xizmetê ji gihandina agahîya li ser bûyerê û atmosferê nede nayê gotin, nivîsîn.

Demanceyek di sahneyekê de bê nîşandan divê ew biteqe! (Robert McKee, Çîrok)

*Edebiyat bi xwe hûnerek e û estetîk yek ji hîmên wê yên esasî ye. Lê rojnamegerîya edebî ji bo dîyarkirina bûyerekê an jî rewşekê hûner û estetîka edebî wek alavekê, wek pirekê bi kar tîne.

George Orwell (Çima ez dinivîsim?): Dema ez ji bo nivîsîna kitêbekê dirûnim ez ti caran ji xwe re nabêjim, planeka min heye ku berhemeka hûnerî çêbikim. Lê hin derew hene ku ez dixwazim wan eşkere bikim, dixwazim balê bikişînim ser wan rastiyên berdest û tişta min di destpêkê de dixe di fikarê de jî ew e ka dê guhdarî li gotinên min bê kirin an na. Lê heger ne ceribîneka estetîk be ez nikarim kitêbekê heta ku nivîsareka ji bo kovarekê jî binivîsim.

* Bûyerên di rojnamegerîya edebî de ne mecbûr in li gor kronolojîyekê biçin. Hemî agahî û meteryal ji bo gihandina atmosferek û rewşekê bi şêweyê herî sade û zelalkirî tê pêşkêşkirin.

*Rojnamegerîya edebî xwe dispêre kesê/a yekem.

*Cih û atmosferê teswîr dike. Hewil dide hest û rewşa demekê li xwendevanan/bîneran bide zanîn.

*Hestan naveşêre, hestên rojnamegeran bi xwe jî di nûçe-çîrokê de heye.

*Ti caran ne bêalî ye.

*Paşxaneya mijarê eşkere dike

*Rola rojnamegeran û kesayetîya wan rengê nûçeyê diguhere

*Çavên rojnamegeran kamerayeka ji derve ye, li ser hest û armancên kesan fikran dîyar nake. (Xemgîn dixweya ne xemgîn bû)

*Rojnamegerîya edebî ji dîrok, çand, erdnîgarî …hwd yên cihê bûyerê referansan distîne.

An çîrokbêj/nûçegihan rasterast şahind e. Di wê demê de ku bûyer diqewime rojnameger şahidîyê dike (George Orwell – Bila silav û rêz li Katalonyayê bin, rojên Burmayê, Rojên bêpere yên li Parîs û Londonê… Patrick Kingsley – Odyssseya Nû, Yaşar Kemal – Roportaj)

An jî ji şahidan çîrokê pêş kêş dike lê di wê demê de jî şahidîya xwe ya digel şahidan diyar dike. (Svetlana Aleksiyeviç – Rûyê şerî ne jinane ye, Daniel Defoe 

– Rojnivîska Sala Vebayê, Nadire Mater – Memed’in Kitabi)

An jî herdu ne (Murat Bayram – Belkî îşev binive, Carlotta Gall – Dijminê Xelet).

PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ

YÊN ETÎKA ROJNAMEGERÎYÊ

Sê pîvanên destpêkê ji bo peydakirina agahîyên ji bo nûçeyan e, pîvanên 4,5 û 6ê pîvanên ji bo amadekirina nûçeyan e û pîvanên 7,8,9 û 10ê ji bo mafên bîner, xwendevan û guhdaran e.

» 1-Piştrastkirina agahiyan.

» 2-Bêalîbûn.

» 3-Resenbûn/orjînalbûn.

» 4-Dayina temama agahîyan, nehiştina kêmahîyan. » 5-Zelalbûn.

» 6-Adilbûn.

» 7-Sînordarkirin û kontrolkirina xwe

» 8-Mirovparêzî

» 9-Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin.

» 10-Bihêzkirina aliyê zeîf/qels.

HIN NIMÛNEYÊN ROJNAMEGERÎYA EDEBΠ

nûçe-çîrokê de heye.

*Ti caran ne bêalî ye.

*Paşxaneya mijarê eşkere dike

*Rola rojnamegeran û kesayetîya wan rengê nûçeyê diguhere

*Çavên rojnamegeran kamerayeka ji derve ye, li ser hest û armancên kesan fikran dîyar nake. (Xemgîn dixweya ne xemgîn bû)

*Rojnamegerîya edebî ji dîrok, çand, erdnîgarî …hwd yên cihê bûyerê referansan distîne.

An çîrokbêj/nûçegihan rasterast şahind e. Di wê demê de ku bûyer diqewime rojnameger şahidîyê dike (George Orwell – Bila silav û rêz li Katalonyayê bin, rojên Burmayê, Rojên bêpere yên li Parîs û Londonê… Patrick Kingsley – Odyssseya Nû, Yaşar Kemal – Roportaj)

An jî ji şahidan çîrokê pêş kêş dike lê di wê demê de jî şahidîya xwe ya digel şahidan diyar dike. (Svetlana Aleksiyeviç – Rûyê şerî ne jinane ye, Daniel Defoe

– Rojnivîska Sala Vebayê, Nadire Mater – Memed’in Kitabi)

An jî herdu ne (Murat Bayram – Belkî îşev binive, Carlotta Gall – Dijminê Xelet).

PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ

YÊN ETÎKA ROJNAMEGERÎYÊ

Sê pîvanên destpêkê ji bo peydakirina agahîyên ji bo nûçeyan e, pîvanên 4,5 û 6ê pîvanên ji bo amadekirina nûçeyan e û pîvanên 7,8,9 û 10ê ji bo mafên bîner, xwendevan û guhdaran e.

» 1-Piştrastkirina agahiyan.

» 2-Bêalîbûn.

» 3-Resenbûn/orjînalbûn.

» 4-Dayina temama agahîyan, nehiştina kêmahîyan. » 5-Zelalbûn.

» 6-Adilbûn.

» 7-Sînordarkirin û kontrolkirina xwe

» 8-Mirovparêzî

» 9-Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin.

» 10-Bihêzkirina aliyê zeîf/qels.

HIN NIMÛNEYÊN ROJNAMEGERÎYA EDEBΠ

The Guardian – Patrick Kingsley – U.K.

9 June 2015

Sefer

Di tariya şevê de, dema ji beravê gelekê dûr ketîn, Hashem Alsoukiyî yên li rexa xwe nedidîtin lê dengê qêrînîya wan dihat wî.

Hinekê sûcê Hashemî bû ku wek bazên didadin erdê bi ser du jinên Efrîqî de ket. Ixtimaleka mezin ew ji Somalîyê bûn lê ne dema pirsînê bû. Laşê Hashemî di nav laşê wan de asê bûbû. Wan dixwest, wî zû ji ser xwe bavêje, wî jî hewil dida ji ser wan rabe. Lê wî nedikarî. Gelek mirovan ew dehf didan. Îhtimaleka mezin pêleka dî ya mirovan bi ser wan de dihat.

Komeka mirovan di kelekeka darîn de li ser hev hatibûn tepisandin. Dema ku hinekan bixwestiyan cihê xwe biguherin, qaçaxçîyên li derdorê pehînek li wan dida û ew li cihê xwe vedigerandin. Wan nedixwest kelek bilive û bi wê yekê binav bibe.

Çêdibe ku siet 11ê şevê be lê Hashem nikare piştrast bibe. Ew ji dem û mekanê qetiyaye. Nikare teqîb bike…