Rojnamegerên Sînornenas bûrsên ewlehîya dîjîtal dide rojnamevanan

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya Almanyayê ji bo sala 2025ê bernameya bûrsê ya Berlînê ragihand. Bername ji bo ewlehîya dîjîtal a rojnamevanan e û dê şeş rojnamevan ji herêmên krîzê werin vexwendin.

Bername şeş mehan didome

Bername dê di Gulana 2025ê de dest pê bike û heta dawîya Çirîya pêşiyê bidome. RSF dê mesrefên rêwîtîyê, vîzeyê, xanî, tenduristîyê û veguhestinê bide ser milê xwe. Her wiha dê mehê 1000 Euro jî wek bûrsekê bê dayin.

Mijarên perwerdeyê

Di bernameyê de dê mijarên wek ewlehîya hesabên online, parastina daneyan, ewlehîya amûrên dîjîtal û têkoşîna li dijî tundîya dîjîtal bên hînkirin. Armanc ew e ku beşdar piştî vegerê zanîna xwe belav bikin.

Mercên serîlêdanê

Rojnamevan, blog nivîskar û çalakvanên medyayê yên ku:

  • Di warê dîjîtal de di bin xetereyê de ne
  • Bi îngilîzî baş dizanin
  • Dikarin 20-25 saetan di hefteyê de beşdarî perwerdeyê bibin dikarin heta 25ê Çirîya paşiyê ya 2024ê serî li bernameyê bidin.

Forma serlêdanê

Çavkanî: Rojnamegerên Sînornenas, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Li Libnanê di du mehan de 200 zarok di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin

Weşana paşê

Îran – Çalakvana xwe tazî kiribû, serbest berdane