Rojnamegerên ku li Wanê hatibûn desteserkirin piştî 3 rojan serbest bûn

01/03/2024

Rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr, Lokman Gezgîn bi “fînansekirina terorê” hatin sûcdarkirin. Rojnamegerên ku piştî îfadeyên wan ên li emniyetê şandin edliyeyê, piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûn.

Rojnameger Lokman Gezgîn, Oktay Candemîr û Arîf Aslan di 27ê Sibatê roja Sêşemê li Wanê di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin. Duh bi şev li îfadeyên wan ên Rêvebiriya Şaxa TEMê ya ya Emniyeta Bajêr bi dawî bû.

Rojnameger bi “fînansekirina terorê” hatin sûcdarkirin. Ji rojnamegeran ji bo nûçeyên ku ji saziyên çapemeniyê yên li welatên Ewropayê weşanê dikin re şandine, heqê heqdestê wan hat pirsîn.

Piştî îfadeyên rojnamegeran li emniyete temam bûn û şandin edliyeyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest bûn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Şîrove bike

Weşana berê

Hilbijartinên Herêmî: Li Dîyarbekirê dê Rewş Biguhere?

Weşana paşê

Av û Tenduristî

Te hay ji vê heye?