Rojnamegerê Kurd Îbrahîm Alîpûr serbest e

  • 19/11/2021
Rojnamegerê Kurd Îbrahîm Alîpûr serbest e
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

19/11/2021

Rojnameger, derhêner û wênegirê Kurd Îbrahîm Alîpûr roja Sêşemê dema ku li Paytextê Efxenîstanê, li Kabîlê, li ser raportekê dixebitî ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihandibû ku rewşa û Alîpûr piştî rojekê ji girtina wî ne diyar e. Li ser sûcên îdiakirî jî tu raporên fermî tune ne. Di derbarê Alîpûr û di girtina wî de ji van pêştir tu agahî tune bûn.

Îbrahîm Alîpûr piştî 5 rojan hate berdan, serbest ma, û wî ev yek bi storyeka înstagramê, di hesabê xwe yî înstagramê de ragihand. Alîpûrî di bi van gotinan azadîya xwe ragihandiye û bal kişandiye ser ku wênekêşî ne sûnc e: ”Gelek spas ji bo hemû kesên ku şopdarên azadiya me bûn. Hewldanên we dê ji bo min her û her bi nirx bin. Ev roja azadiyê diyariya herî mezin a jiyana min a heta niha ye. 5 rojên dawî weke 50 sal derbas bûn û herî dawî ez hatim berdan. #Wênekêşî belaş ne sûc e.

Alipûr endamê Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegiriyê (FIAP) û Wêne ya Rojhilata Navîn (MEI) ye, Federasyonê girtina wî ya li Kabulê di postekeka li ser Instagramê de piştrast kiribû.

Hengaw gotiye, wênekêşê Kurd berî niha jî gelek caran li Îranê hatibû girtin ji ber ku wî dest danîbû ser mijarên hesas ên hikûmetê li Tehranê, di nav van mijaran de mafê jinan û rewşa kolberan hene.

Alîpûr wênekêşekî navdar e li hundir û derveyî Îranê. Wî li Slovenya, Brîtanya, Hollanda û çend welatên din gelek pêşangeh li dar xistine.

%d