Talîbanê Rojnamegerê Kurd Îbrahîm Alîpûr ji girtiye

Talîbanê Rojnamegerê Kurd Îbrahîm Alîpûr ji girtiye
Talîbanê Rojnamegerê Kurd Îbrahîm Alîpûr ji girtiye
Vahdet Uçar
  • 19 Kasım 2021 06:59

Rojnameger, derhêner û wênegirê Kurd Îbrahîm Alîpûr roja Sêşemê dema ku li Paytextê Efxenîstanê, li Kabîlê, li ser raportekê dixebitî ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku rewşa û Alîpûr piştî rojekê ji girtina wî ne diyar e. Li ser sûcên îdiakirî jî tu raporên fermî tune ne.

Alipûr endamê Federasyona Navneteweyî ya Hunera Wênegiriyê (FIAP) û Wêne ya Rojhilata Navîn (MEI) ye, Federasyonê girtina wî ya li Kabulê di postekeka li ser Instagramê de piştrast kiriye.

Hengaw gotiye, wênekêşê Kurd berî niha jî gelek caran li Îranê hatibû girtin ji ber ku wî dest danîbû ser mijarên hesas ên hikûmetê li Tehranê, di nav van mijaran de mafê jinan û rewşa kolberan hene.

Alîpûr wênekêşekî navdar e li hundir û derveyî Îranê. Wî li Slovenya, Brîtanya, Hollanda û çend welatên din gelek pêşangeh li dar xistine.