Rojnameger Nazîla Marûfyan a ku ji ber hevpeyvîn bi bavê Jîna Emîniyê re kiribû, hatibû girtin û duh serbest bûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Marûfyan duh di saetên êvarê de carekê din hatiye desteserkirin û ew şandine Girtîgeha Qarchak a Varamînê.
Bi vê yekê ra rojnameger Marûfyan ev cara sêyem e ku ji aliyê rejîma Îranê vê tê girtin.
Rojnameger piştî 36 rojan li Girtîgeha Evînê hatibû girtin, bi dayîna kefaleta 300 milyon riyalî serbest bûbû.
Polîsên exlaqparêz yên Îranê Jîna Mahsa Emînî desteser kiribû û ew kuştibû. Piştî kuştina wê li seranserê Îranê xwenîşandan destpêkiribûn.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.