Nûçegihanê Reutersê Umit Ozdal îro wefat kiriye. Rojnamegerê 44 salî 21 sal bûn rojnamegerî dikir.
Piştî xwîn rijayî ser mejiyê wî 52 roj bûn ku li nexweşxaneyê bû û di komayê de bû. Demekê tiliya xwe qeliqand û karî bê cîhaz nefesê bistîne paşê halê wî her ku çû xerabtir bû.
Malbata wî û hevalên wî bi rojan li ber deriyê nexweşxaneya Diyarbekirê ji bo xebereka xêrê sekinîn. Lê rewşa wî baştir nebû.
Dema Botan Internationalê dest bi karê xwe kirî (2020) ew jî yek ji şêwirmendên desgehê bû û paşê karmendên desgehê perwerde kir.
Ji bo AA, Kurdistan24 û Kurdistan TVyê kar kiriye. Wî wek rojnamegerê serbixwe digel Mahmut Bozarslan û Murat Bayram kar kiriye. Herweha 12 sal in ji bo Reutersê kar dikir.
Botan Internationalê ragihandiye ku:
Em di şîna wefata heval û dostê xwe Umit Ozdal de ne. Xwedê sebrê bide malbat û hez-jê-kirîyên wî. Em ê bêriya wî bikin û ew ê wek dostekê ezîz li bîra me be.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.