Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin

Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
Botan Times
  • 27 Nisan 2023 08:13

Ji rojnamegeran Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç û Mîkaîl Barût, siyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Bîçîmlî û ji Komeleya 78an jî Abdulganî Alkan îfadedayîna li emniyetê qebûl nekirin û sewqî edliyeyê hatin kirin.

Hat zanîn ku tevahiya parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li emniyetê îfade nedane. 

Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, li Diyarbekir û 21 parêzgehan operasyon hatibû kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav da derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

2 KES HATIN BERDAN 

Ji parêzerên hatin binçavkirin Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû ji ber ku pitikên wan ên şîrî hene, piştî hatin binçavkirin, duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Her du parêzer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 

Çavkanî: (MA)