Rojnameger Nurcan Yalçin vê sibehê li mala xwe ya Kayapinara Diyarbekirê hatiye desteserkirin. Polîsan di saetên sibehê de bi ser mala rojnameger Yalçinê de girtine û ew desteser kirine.

Piştî lêgerîna li nav mala Yalçinê polîsan ew birine Şaxa Têkoşîna Dije Terorê ya Rêvebiriya Asayîşa Bajêr. Sedema desteserkirina Yalçinê hê nehatiye zanîn û hevdîtina parêzeran bi Yalçinê re heta 24 saetan hatiye qedexekirin. Wekî din tu agahî di derbarê rewşa Yalçinê de nehatine zanîn.

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!