Rojnameger Hayrî Demîr bi îdiaya “endamê rêxistina çekdar” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tê sûncdarkirin. Delîl û hincetên vê sûncdarkirinê jî nûçe û wêneyên di karta hafizeyê ya mekîneya wî ya wêneyan de bûn in. Ku mekîneya wî ji mala wî hatibû dizîn û li gor îdayan ew qert radestî polîsan hatibû kirin.

Îro 10emîn rûniştina doza rojnameger Demîrî hebû. Demîr beşdarî rûniştinê nebû û parêzera wî Nuray Özdoğan beşdar bû.

Em bi Hayrî Demîr le li ser dozê û rewşa dozê axivîn, Demîrî wiha got:

“Me daxwaza rakirina şertê qontrola ‘edlî kiribû lê ew şert nehate rakirin. Ji ber ku ew qert ji mala min hatiye dizîn di rûniştina herî dawî de daxwaza wan delîl û lêkolînê ji emnîyetê hatibû kirin, lê ji ber ku ew jî tune bûn di vê rûniştinê de tu biryar derneket û doz 4 mehan taloq bû. Ev rûniştin jixwe ne rûniştina biryarê bû lê di encama vê de jî tu biryar nehatin strandin û taloq bû.”

Herweha Demîrî ev jî lê zêde kirin;

“Ji Sibata 2017an ve, ev çar sal in ev rewş berdewam e. Ku di dosyeyê de jî ji serî heya binî faalîyetên min ên rojnamegerîyê hene. Dîmen û qeydên min li Sûrîyeyê girtine wekî delîlên “endambûna rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên nîşandan. Lewra wekî min gotî, ev tev jî faalîyetên min ên rojnamegerîyê ne, nikarin ji van tiştan tu cezayî li min bibirin lê her ji destên wan tê vê dozê dirêj dikin. Ev rewş ji hêlekî ve azadîya min î rojnamegerîyê û azadîya min î seyehetê jî sînordar dike.

Di vê pêvajoyê de çend caran hewce kir derbikevim derveyê welêt lê ji ber şertê qontrola edlî min nekarî. Me gelek caran ev daxwaza xwe anî ziman lê ev şert nerakirin. Bi zanebûn dixwazin ku em li korîdorên ‘edlîyeyan biçin û bên û karê xwe bi awayekî azad pêk neînin.”