Rojnameger Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin

Rojnameger Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
Rojnameger Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
Botan Times
  • 27 Nisan 2023 13:15

Rojnameger Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer û Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê da hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav da rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.

Di encama serdegirtinên malan da 128 kes hatibûn binçavkirin. Edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok û nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmetşah Oruç û nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, rojnamevan Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyonê da hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Gok,  Canozer û Orûç de biryara girtinê da.

Çavkanî (MA)