Rojnameger Elîf Bayburt hat binçavkirin

Rojnameger Elîf Bayburt hat binçavkirin
Rojnameger Elîf Bayburt hat binçavkirin
Botan Times

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê Elîf Bayburt, li Stenbolê di serdegirtina malan de hat binçavkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê binçavkirina rojnameger bi peyamek şermezar kirin.

Komeleyê dîyar kir ku ew zextên li ser rojnamegeran şermezar dikin û daxwaz kir ku Elîf Bayburt demildest bê berdan.

Tirkiye di warî azadiya rojnamegeran de di rêzeke gelek xirab de ye.

Li gor daneyên Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Ji 7ê Adara 2023an vir ve herî kêm 63 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne.