Rojnameger Aydın Engin jiyana xwe ji dest daye

25/03/2022

Rojnameger Aydin Engin ku ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin dûhî (25.03.2022) canê xwe ji dest daye. Engînî 8ê Adarê ji rakirine nexweşxaneyê û ji hingê ve tedawî didît.

Lê rewşa Aydin Engînî her çûye xerabtir bûye û herî dawî jiyana xwe ji dest daye.

Aydin Engîn kî ye?

Rojnameger Aydin Engîn roja 12yê reşemiya 1941ê li Odemîşa Îzmîrê hatiye dinê. Ev 53 sal in rojnamegerî dike. Berî rojnamegerî karê şanoyê jî kiriye. Di sala 1969an de bûye Midûrê Karên Nivîsaran a rojnameya heftena Yeni Ortam û ji wê demê de bê navber rojnamegeriya xwe domandiye.

Di sala 1974an de dela ligel jina xwe Oya Baydar û Yusuf Ziya Bahadinli kovara “Îlke” derdixe, di vir de bi navê “Tirmik” (Rapêlk) quncikê dinivîse ku heta berî mirina xwe jî bi heman navî quncik dinivîsand.

Di dema Derbeya 12yê Rezbera 1980’yî de  çû derveyî Tirkiyeyê û 12 salan li Almanyayê wekî penaberê siyasî ma. Di sala 1991’ê de piştî efû derket vegeriya Tikrkiyeyê, kurtedemek li Girtîgeha Sagmalcilar raza û derket. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Cezayê girtîgehê li parlementerê HDPyê Murat Sarisaçî hatiye birîn

Weşana paşê

Di meha Nîsanê de li Şanoya Bajêr a Amedê çi heye?

Te hay ji vê heye?

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

DFGyê rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran belav kir

Botan Times temamîya rapora DFGyê diweşîne.