“Berdêla rastiye heye ev ceza jî berdêla ragihandina rastiyê ye”

“Berdêla rastiye heye ev ceza jî berdêla ragihandina rastiyê ye”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînnameyek dabû destpêkirin û di encama vê lêpirsînê da Dadweriya Aştî û Cezayî ya 3yem a Amedê ji bo 216 kesan biryara desteserkirinê dabû. Di encama vê biryarê da 128 kes hatibûn desteserkirin. Di nava wan da 10 rojnameger û medyakar jî hebûn.

Rojnameger Abdûrrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkayayê ku 25ê Nîsanê li Amedê hatibûn desteserkirin, îro hatine girtin.

Rojnameger Abdurrahman Gok 3 meh ewiltir li ser dozên ku der barê wî de hatibûn vekirin ji Botan Timesa ra axivîbû.

Berdêla rastiye heye ev ceza jî berdêla ragihandina rastiyê ye.

Destpêkê ji bo min 27 sal ceza xwestin, di berdewamiya dozê de dozgerê dosyayê di derbarê min de careke din serlêdana sûc kir. Dosyayeke din di derbarê min de amade kirin û bi dosyaya ez dihatim darizandin ve kirin yek dosye. Di berdewamiyê de jî ceza birîn. Ewqas ji vê heqîqetê aciz bibûn ku cezayê li min birîn taloq jî nekirin.

Ji bo temamamîya nûçeyê lînkê bitikîne: https://botantimes.com/ci-hatibe-sere-min-pisti-girtina-wan-weneyan-hat-sere-min/