Rojnameger Abdurrahman Gok di duyemîn danişîna dozê da hatîye tehlîyekirin.
Abdurrahman Gok edîtorê ajansa Mezopotamyayê (MA) ye ku ew di 25ê Nîsanê da hatibû girtin. Gok ji ber bi îdîayên Endamtîya rêxistinê û Propagandaya rêxistinê hatibû sucdarkirin.
Duyemîn danişîna doza Gok li 5emîn Dadgeha Cezayên Amedê hat lidarxistin ku rojnameger Gok hat tehlîyekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rojnameger Gok gotinên şahidî rast nedîtine û wî gotîye: “Di 10 salên dawî yên rojnamegeriyê de rojnamegeriya qadên şer dikim. Ez xebatkarê Pel Produksiyonê nînim û xebatkarê MA’yê me. Tevahiya delîlên ku dozgerî nîşan dide, nûçeyên min ên di MA’yê de hatine weşandin in. Ev yek bi tena serê xwe van îdiayan vala derdixînin. Tevî vê yekê jî dibêje ku min li Pel Produksiyonê dîtiye. Di çileya 2020’an de ez birîndar bûm. Heta bi gopalî hatim darizandinên vê derê. Li vir jî xuya dike ku şahid rastiyan nabêje. Di sala 2009’an de ez nûçegihanê Meclisê bûm. Çûm Newrozên Sêrt û Amedê. Ji ber wêneyên min di Newrozê de kişandin hatim girtin û 8 meh piştre hatim berdan. Ji ber vê yekê li gorî min şahid tiştekî rast nabêje. Ez wî cara ewil e li vir dibînim. Di dosyayê de jî derheqê min de tu îfadeyên wî nînin. Dema cara ewil dozgeriyê nîşanî min dayî ev îfade tune bû. Piştre di pênc îfadeyên vî şahidî de navê min derbas dibe. Li gorî min dema îfade dida hatiye arastekirin.”
Parêzerê MLSAyê Veysel Ok jî gotîye ku dema em li vê dosyayê dinêrin, dibînin ku sedema wê wêneyên Kemal Kurkut in. Kemal Kurkut û Abdurrahman Gok yek in. Em dixwazin bê tehliyekirin
Dadgehê bi şertê qedexeya derketina derve biryara tehliyeyê da û danişîna dozê bo 12ê Adarê da paş.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Abdurrahman Gök
Sala 1980yan li Batmanê hatîye dinyayê. Ev 20 sal in ew rojnamegerîyê dike. Sala 2004an li Ajansa Nûçeyan Dicleyê (DIHA) dixebite. Herwiha ew li Zarok Tvyê û Ajansa Mezopotamyayê jî xebitîye. Gok wêneyê kuştina Kemal Kurkut girtibû ku Kurkut ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin. Wî di qada sînemayê û rojnamegerîyê da çendîn xelat wergirtine. Nivîsên wî li bianetê hatine weşandin û wî li Botan Internationalê dersa Wênegirîya Ji Bo Nûçeyan daye.