Rojeva Zindî: 17.09.2024

17/09/2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û cîhanê de, li vê derê berhev dike.

Îran: RSFyê, piştî mirina Mahsa Aminîyê zextên li ser rojnamegerên jin destnîşan kirin

Di duyemîn salvegera protestoya hereketa “Jin, Jîyan, Azadî”yê da ku bi mirina Mahsa Aminîyê dest pê kiribû, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) lîsteya jinên rojnameger ên Îranê çêkir ku ew rastî zêxtan hatine. Ev rojnamegerên hatine hepskirin û bî kêyfî hatine girtin, ji ber nûçeyên xwe yên wêrek û biisrar ji azadîya xwe bûne.

Bêyî nûçeyên rojnamegerên jin ên Îranê kesên wekî Elaheh Mohammadi û Niloofar Hamed, belkî jî dê haya dinyayê jê nebûya ku 16ê Îlona 2022an xwendekareka bi navê Mahsa Amini piştî desteserkirinê sê rojan miribû, ji ber ku wê laçika xwe nedabû serê xwe hatibû desteserkirin.

RSF balê dikêşe ser dozên rojnamegerên jin ku piştî hereketa “Jin, Jîyan, Azadî”yê, zêdetîrî 100 rojnamegeran di pergala dadwerî û zordar a Ayetula Hameynî da hatine girtin.

Sedemê piranîya wan girtinan, ev bûn: Propagandaya li hemberî dewlet û rejîmê, ewlehîya neteweyê, hevharîya bi welatên din re, nelixwekirina cilên hîcabê, belavkirina derewan li ser medyaya civakî, lihevkombûnên deryasayî û hwd.

Vida Rabbani, Tehran. Rojnamegera medyaya Sada Weeklyê û aktîvîst.
Tarîxa girtina wê: 24ê Îlona 2022an.
Saba Azarpeik, Tehran. Rojnamegera serbixwe, û nûçegihana berê ya Etemad Dailyê.
Tarîxa girtina wê: 9ê Hezîrana 2024an.
Saeedeh Shafiei. Rojnamegera serbixwe.
Tarîxa girtina wê: 31ê Tîrmeha 2023an.
Parisa Salehi. Nûçegihana aborî û rojnameya rojane ya Donyaye Eghtesadê.
Tarîxa girtina wê: 28ê Nîsana 2024an.
Nasrin Hasani. Berpirsa giştî ya weşanê ya daily Seyahat Sharghê.
Tarîxa girtina wê: 4ê Rêbendana 2024an.
Nasim Soltan Beigi. Rojnamegera serbixwe.
Tarîxa girtina wê: 21ê Mijdara 2023an.
Niloofar Hamedi. Nûçegihana Shargh Dailyê, û yek ji wan rojnamegeran ewil a hatîye girtin ku mirina Mahsa Aminîyê kiribû nûçe.
Tarîxa girtina wê: 22ê Îlona 2022an.
Elaheh Mohammadi. Nûçegihana Han Mihan, û tekana rojnamegera ku veşartina Mahsa Aminîyê şopandibû.
Tarîxa girtina wê: 29ê Îlona 2022an.
Nerges Mihemedi. Rojnameger, nivîskar, parêzvanê mafên mirovan û xwedîyê Xelata Aştîyê ya Nobelê ya 2023an.
Tarîxa girtina wê: 21ê Mijdara 2022an.

Wergera ji Ingilîzî: Yonca Sarsilmaz


Li “Jûra Çawirwanî”yê li benda kesûkarên xwe yên winda ne

Di 20ê Hezîrana 2024an de du belemên penaberan li Îtalyayê noqî avê bûn. Li gorî rapora Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê, di encamê de 75 kes mirin. 19 ji wan ji Herêma Kurdistanê bûn.

Ji Herêma Kurdistanê, her sal bi deh hezaran mirov bi hêviya ku jiyaneke nû ji xwe re ava bikin, ber bi Ewropayê ve derdikevin rêyeke xeter.

Li gorî raporeke Weqfa Penaberan û Kesên ji Cihên xwe Hatine Kirin, di sala 2023yan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 hezar kesî koç kirine. Aqûbet ango çarenûsa hinek ji van penaberan bi salan e ne diyar e. 

Hunermendekî Kurd û yekî Polandî bi hevkariya saziyeke ewropî, ji bo balê bikişînin ser rewşa penaberên ku di rêyên Ewropayê de winda dibin û çarenûsa wan ne diyar e, pêşangehek saz kirin. 

Pêşangeh di 13ê Îlona 2024an de li Almanyayê li Leîpzîgê yê eyaleta Saksonyayê vebû. Pêşangeh li salona pêşangehan a Cinémathèque Leipzigê ye û tê de fotografên xizm û kesûkarên penaberên winda bûne

Navê pêşangehê “Jûrî Çawirwanî” ango “Waiting Room” e. 

Tê de 10 fotografên xizmên penaberên winda hene û her weha vîdeoyek derbarê mijarê de tê nîşandan. 

Hunermend Konrad Smoleńskiyî ev berhemên ku wênekeş û rojnamegerê Kurd Shamal Hisamaddinî berhev kirine, wergirtine ew bi kuratoriya Jagna Lewandowska pêşkêş kirine. 

Wî ji Botantimesê re nîşan kir ku sê sal in wî derbarê malbat ango kesûkarên 12 penaberên winda de kar kiriye. Li gorî gotina wî, hin ji van 3 an 4 sal in winda ne û hin ji wan jî 30 sal in winda ne. Hemû jî di rêya Ewropayê de li deverên cuda yên mîna Fransa, Tirkiye, Kenya û hin deverên din winda bûne. 

Di fotografan de him malbat him jî ew kelûpelên wan penaberên winda ên li pey xwe hiştine, hene. Shamal Hisamaddînî diyar kir ku ew malbat dibêjin, dibe rojekê kesê winda were û ji bo wê jî ew kelûpelên wan weke diyarî vedişêrin. 

“Ez dixwazim peyamê bidim xelkê Ewropayê jî”

Shamal Hisamaddînî destnîşan kir ku ew dixwaze bi vê xebatê peyamê bide kesên dixwazin zar û zêçên wan ji bo jiyaneke baştir biçin Ewropayê. Bi gotina wî ev rêyeke xeter e û dixwaze xelk vê rewşê bibîne.

Peyameke wî jî ji bo xelkê Ewropayê ye ku dixwaze ew rêzê li penaberan bigirin. Lewre bi gotina wî, ew kesên ku dixwazin koç bikin, di sert û mercên xirab de ne û dixwazin xwe bigihînin şert û mercên baştir ên li Ewropayê. 

Ya sêyem jî, wî diyar kir, ew dixwaze bide nîşandan ku di vê serdema teknolojiyê de, çawa dibe mirov winda dibin.

Hisamaddînî destnîşan kir ku di vê pêvajoya malbatên penaberan de hikûmetê ti alîkarî nedeya wan û malbat bi xwe serî li Konsolxaneyan didin da ku çarenûsa kesûkarên xwe bizanibin.

Pêşangeha navborî beşek ji projeya “Rewşa Sînoran e” ku digel pêşangehê, fîlm jî tên nîşandan, kargeh û panel tên lidarxistin. 

Pêşangeha “Jûrî Çawirwanî” ya bi piştgiriya Helsinki Fundation for Human Rights hatiye vekirin, wê di 20ê Cotmehê de bi dawî bibe. Wê rojê wê civînek li dar bikeve û wê tê de kurator û hunermend derbarê pêşangehê de biaxivin. 


Pall Weşanê du kitêbên nû çap kirin

Pall Weşanê du kitêbên nû çap kirin û belav kirin.

Pallê du kitêbên nû çap kirin ku her du jî werger in û ji soranî hatine wergêran bo kurmancî. 

Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê bijarteyek e ji helbestên Ferhad Pîrbalê ku li Bakur zêdetir bi romanên xwe hatîye nasîn. Berhem ji aliyê Rowal Navgundî ve bo kurmancî hatîye wergêran. 

Gabor, romana Seyid Qadir Hîdayetî ye û ji alîyê Armîn Temerzade ve hatiye wergêran ku Temerzade di heman demê da nivîskarê Pallê ye û dîwaneka wî ya helbestan heye. Gabor romana herî naskirî ya Hîdayetî ye ku ji 2015an vir ve ye li Rojhilat şeş caran hatîye çapkirin û rastî eleqeyeka zêde ya xwîner û rexnegiran hatîye. 

Pall weşanxaneyeka nû ye û heta niha, digel van her du kitêban, 12 kitêbên wê yên çapkirî hene.

NIVÎSÊN BERGÊ KITÊBAN:

Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê

Te di nameya xwe de nivîsiye, dibêjî:

“Va ye em neh roj in li Wanê ne;

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik 

ê bajêr hilkêşin.

Hemû berêvaran bi derpêyekî xetxetî 

Di pencereyê de temaşe dikim:

Navenda Wanê, çiqas bibêjî xweş e

Çiyayên wê gerdenkeş û baxçeyên wê gelek rengîn in

Keçikên wê jî: kezîdirêj û

Bejinşorr û

Gelek nermîn in.”

Te nivîsiye, dibêjî:

“Di vê hotelê de, ne bi tenê ez im yê penaber

Em du hezar û pêncsed kes in

Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik 

ê bajêr hilkêşin.” 

— Axir Wan jî her niştîmanê me ye

Biray şîrînim,

Wan jî 

Her niştîmanê me ye.

Gabor

Du heval-zarokên canecan, Kerîm û Evdilmitelib. Lîstina topanê, şerê taqiman, diziya têlên kevanan. Mamostayê ku bayê kurdîtiyê bi xwe re tîne û xwendina kovara Sirweyê. Pehlewan Fisfis û Celal Melekşa. Ken û ken û eşq û hewesa nivîsînê. Kek Silêmanê Pirtûkfiroş û kitêbên Hêmin û Hejar ên di bin çengan de. Nivîsîna sloganan li ser dîwarên tiwaletan û çûna bo nav pêşmergeyan. 

Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “Gabor”a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje.

Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst.” ‒ Haşim Ahmedzade

BIYOGRAFIYA NIVÎSKARAN:

Ferhad Pîrbal

 Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1984an de beşa ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye. Sala 1986an çûye Denmarkê, dûre çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiyata kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî. Di 1994an de vedigere Kurdistanê û di Zanîngeha Selahedînê de li ser dîroka edebiyata kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike. Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanoname û lêkolînê de hatine weşandin. Hin berhemên wî yên ku li kurmancî hatine wergerandin ev in: Çolistan (2001, Avesta), Santiago de Compostela (2013, Avesta), Penaberekî Fransî li Kurdistanê (2015, Avesta), Reîs Remezan(ekan) (2015, Avesta), Evdirehîm Rehmî Hekarî (2016, Lîs).

Seyid Qadir Hîdayetî

 Di sala 1976an de li bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Her li wir xwendina xwe biriye serî û dest bi mamostatiyê kiriye. Yek ji nivîskarên herî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku berhemên wî bi nûgerî û şêwaza xwe ya taybet têne zanîn. Seyid Qadir Hîdayetî li Bokanê dijî û heta niha çendîn berhemên wî di warê roman, gotar û wergêranê de hatine weşandin: Dengî Nuxte (novel, 2003), Toqî Ezazîl (roman, 2012), Gabor (roman, 2015), Berdêk le Berdêk (gotar, 2019), Nesrî Kurdî û Goranî Form (rexne-lêkolîn, 2019), Goreşar (roman, 2020), Heqîqet û Piyawî Zana (wergêran, 2021), Berdîne (roman, 2022).


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Rojeva Zindî: 16.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û

Rojeva Zindî: 13.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û

Rojeva Zindî: 10.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û