Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û cîhanê de, li vê derê berhev dike.
Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
Serdar Canan li ser selîqeyê axivîye û tesîrên wê yên li ser govendan destnîşan kirine.
Wî heta niha gelek stran, bi şiroveyeka xas û xwemalî ji nû ve gotine û li ser platformên dîjîtal belav kirine. Di heman demê da wî çendîn gotinên stranên gelêrî li herêma Colemêrgê berhev kirine û kirine stran.
Canan di hevpeyvîneka xwe da, ya ligel nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bazîd Evren behsa muzîka kurdî û geşedanên wê dike.
Canan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku mirov dikare bibêje muzîkek taybet ya Colemêrgê heye. Canan destnîşan kir ku li Colemêrgê ji bo her rewşeke jiyanê stranek an jî formek muzîkê heye û got ku lawje, stran, şeşbendî, narînk, payîzok, heyranok, gazî hwd. çend mînak in ji bo vê rewşê. Canan da zanîn ku formên weke lawje û şeşbendî li navçeya Çelê û navenda Colemêrgê zêdetir stranên rûniştinê ne û wiha got: “Li Çelê û Colemêrgê lawje û şeşbendî form in. Li Gever û Şemzînanê şeşbendî dîsa form e û stranên govendî ne. Lê lawje, li Gever û Şemzînanê dibe cure û di bin xwe de gelek formên muzîkê dihewîne. Ango li Gever û Şemzînanê ji dengbêjekî lawjeyekê bixwazî, dê pisyara ‘Kîşan lawjeyê bibêjim? Lawjeyeka dîwankî an govendî hwd. bibêjim?’ bibihîzî. Her wiha şeşbendî stranên rûniştinê ne û li Çelê û Colemêrgê çend dengbêj rûdinin û li hev wergerînin ango difetilînin. Şeşbendî li Çelê û Colemêrgê nîv rîtm in. Lê li Gever û Şemzînanê bi rîtm in û govendî ne.”
SELÎQE TÊ ÇI WATEYÊ?
Canan anî ziman ku selîqe zêdetirî li herêma Behdînanê tê bikaranîn û di nava jîyana rojane de jî gelek caran peyva selîqeyê tê bikaranîn. Canan dîyar kir ku selîqe, şêwe (terz) an jî meqamê gotina stranê ye û wiha domand: “Gava mirov ji yekê daxwaza stranekê dike, dibêje ‘Ka bi selîqeya Serhedê stranekê bibêje’. Ankû selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî dewerê ye. Ne meqamê ku gelek caran dibêjin ‘Ûşak, Kurdî, Huseynî hwd.’ Peyva meqamê ku di muzîka kurdî de tê pênasekirin, terz an jî şêwe ye. Terzê Şakiro, terzê Eboyê Marûfî, terzê Kawis Axa hwd. Di nava jîyana me ya rojane de jî selîqe tê bikaranîn. Gava kesek bi rê ve diçe dibêjin ‘Bi selîqe bimeşe’, ankû bi rêk û pêk bimeşe. Lewma selîqe di muzîka kurdî de rêkûpêkbûyîn e.”
CUDAHIYA SELIQEYAN: HEMAN EŞÎR IN LÊ SELIQEYÊN WAN CUDA NE
Canan destnîşan kir ku her herêmeka Kurdistanê selîqeyeka xwe heye. Canan dîyar kir ku her wiha deverên di nava wan herêman de jî seliqeyên xwe hene û mînaka Colemêrgê da. Canan bi lêv kir ku li Colemêrgê her eşîrekê, di nava van eşîran de jî her gundekî selîqeyên cuda hene û wiha berdewam kir: “Di nava eşîra Doskîyan de seliqeyên gundên Şuke û Kinyaniş ji Doskijorîyên ku nêzîkî bajarê Geverê ne, cudatir e. Kinyaniş, ji ber ku nêzî Çelê ye, piranî selîqeya wan dikişe ser Çelê, li ser eşîra Pinyanişîyan. Her wiha ew formên lawjeyan, heyranok, payîzok, şeşbendî hwd. taybetî yên eşîra Pinyanişîyan in. Selîqeya strangotinên Pinyanişîyên Çelê û Colemêrgê û Pinyanişîyên Gever û Elbak a Wanê jî, ji hev gelek cuda ne. Heman eşîr in lê selîqeya wan yekser ji hev cuda ne. Mirov nikare sedema vê yekê jî pênase bike.”
Ji bo berdewamîya nivîsê bitikîne.
Hejmara 90î ya kovara Bîrnebûnê derket
Hejmara 90î ya Bîrnebûnê bi mijara ‘Olof G Tandberg’ derket
Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 90î bi dosyeya “Dostê Kurdan: Olof G Tandberg” çap kir û belav kir.
Bîrnebûn kovareka çarmehane ye û di vê hejmarê da cih daye nivîsên wekî gotar, hevpeyvîn, çîrok, helbest û hin cureyên din.
Li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.
Kovara Bîrnebûnê 27 sal in weşana xwe didomîne.
Hejmara dawî vê carê bi mijareke taybet çap bû.
Berpirsê kovarê, weşanger Alî Çîftçî, di nivîsa xwe ya destpêkê de wisa got:
“Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand. Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber na-sandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê. Olof G Tandberg hem têkilîyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên li Swêde ji bo kurdan bi kar anîye. Gotinên wî di qada netewî û navneteweyî de, di nav akademîsyen û kesên humanîst de xwedîyê rûmet û qedirekî bilind bûn.”
Hejmara 91. jî dê di demeke nêz de were weşandin.
Kovara Bîrnebûnê
Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê, piştî hejmara duyemîn di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê dest bi weşanê kir. Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand.
Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne. Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin.
Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.
Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.
Amed – Li peyasê Zarokîstan vebû
Li navçeya Peyasê ya Amedê Zarokîstan hat vekirin.
Zarokîstan sazîyeka perwerdekirina zarokan e. Zarokên 3-4 salî dikarin li wir dersan bibînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.
Hevşaredar Sîncar anî ziman ku ew sazîyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”
Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê gerîyan.
Li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojîyê bên lidarxistin. Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Kapasîteya Zarokistanê ji bo 40 kesa ye, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.