Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û cîhanê de, li vê derê berhev dike.
Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Batmanê dest pê kirin

Şaredarîya Batmanê dest bi xebateka nû ya çand û zimanî dike.
Şaredariya Batmanê, amadekariyên dawî yên kreşên pirzimanî xelas kirin. Şaredarî êdî dê dest bi xizmeta kreşên pirzimanî bike.
Serlêdanan dest pê kirîye.
Welatiyên ku bixwazin zarokên xwe bişînin kreşên pirzimanî yên şaredarîyê di navbera 9 û 21ê Îlonê de dê bikarin serlêdanên xwe bikin.
Serlêdan li Ofîsa Belkentê ya li Avahiya Pêvek ya Xizmetê a li Taxa Bahçelîevler dê bêne qebûlkirin. Xelk, di dîroka hatiye diyarkirin de dê li ofîsê bikarin ji bo kreşan serlêdana xwe bikin.
Amed – Şaredarî ji bo geşkirina edebîyata kurdî dê kargehên wergerê veke

Şaredarî ji bo geşkirin û pêşveçûna edebîyata kurdî dê kargehên wergerê veke.
Şaredarîyê li ser hesaba xwe Xê da zanîn ku meclîsa şaredarîyê dosyeya kargehên wergerê bi yekdengî qebûl kirîye.
Di peyama xwe da wiha gotine:
“Meclisa Şaredarîya Bajarê Mezin bi yekdengî vekirina Atolyeyên Wergerê qebûl kir ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in. Di civîna asayî ya meha îlonê de, rapora avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji aliyê Komîsyona Çandê ve, ji bo darîçavbûna wêjeya Kurdî, hat nîqaşkirin û ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.