Rojeva Zindî: 08.08.2024

28/08/2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt zelal û Kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û cîhanê de li vê derê berhev dike.

Hêzên ewlehîya Iraqê droneka Tirkîyeyê îmha kir

Hêzên ewlehîya Tirkîyeyê îro danê spêdeyê li Kerkûkê droneka Tirkîyeyê îmha kirîye û ew xistîye xwarê.

Vîdeo û dîmenên ketina dronê di demekî nêzîk da li ser medyaya civakî belav bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê sîstema parastina asmanî ya Iraqê ragihandîye ku wan drona Tirkîyeyê xistîye xwarê.

Berîya daxunayanîya Iraqê ya li ser ketina dronê, berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihandibû ku ev dron ji alîyê sîstema parastina asmanî ya Iraqê ve hatîye xistin lê ew nizanin bê ya kê ye.


Di şerê Hamas û Îsraîlê da çend rojnameger mirî, winda û birindar in?

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê da ji 7ê Cotmeha 2023yan ve berdewam e. Li gor daneyan zêdetirî 41,000 kes mirine ku ji van kesan 39,677 filîstînî û 1,478 îsraîlî ne.

Li gor rapora dawî ya CPJê mirina 116 rojnameger û xebatkarên medyayê hatîye teyîdkirin ku 111ê wan filîstînî, 2 îsraîlî û 3ê lûbnanî ne.

Herwiha hatîye eşkerekirin ku 33 rojnameger birindar, 2 winda û 53 hatine girtin.

Li gor endexa RSFyê piştî şerî Filîstîn ji bo rojnamegeran bûye yek ji welatên herî xeternak û herwiha li Îsraîlê jî zextên ser rojnamegeran zêde bûne.

Hikûmeta Demkî ya Bangladaşê qedexeya li ser Partîya Îslamî rakiriye

Hikûmeta demkî ya Bangladaşê îro (Çarşem) qedexeya li ser partîya Îslamî ya serekî û komên girêdayî wê rakiriye.

Li gor nûçeya VOA Kurdîyê ji Reutersê wergerandî hikumetê gotiye û ku ti delîla ku nîşan dide tilîya wan di kiryarên terorî de heye, nehatiye dîtin.

Hikûmeta Serokwezîra berê ya Bangladaşê Şêx Hasîna, Partîya Cemaata Îslamî bi qanûna têkoşîna dijî terorê qedexe kiribû.

Wê hikûmetê Partîya Cemaata Îslamî ser gurkirina protestoyên xwendekaran tawanbar kiribû ku di encama wan protestoyan de Şêx Hasîna berê karvekişîna xwe ragihandibû û paşê jî revîbû Hindistanê.


NATO û Ukrayna dê îro li ser daxwaza Kîevê kom bibin

war destruction in ukrainian city
Photo by Алесь Усцінаў on Pexels.com

Berdevkê NATO Farah Dakhlallah roja Sêşemê gotiye ku Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg wê ser daxwaza Kîevê îro, Çarşemê Konseya NATO û Ukrayna kom bike.

Li gor nûçeya VOA Kurdîyê Dakhlallah dîyar kiriye ku civîn wê di asta balyozan de çêbin û li ber e ku Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov bi rêka vîdyokonferansê ser rewşa li qada şêr û pêdivîyên serekî yên kanînê agahîyan bide.’’

Konseya NATO û Ukrayna sala borî jibo kordînasyona nêz ya hevpeymanî û Kîevê hat ava kirin.

Kesê bi hişê çêkirî 400 fîlmên pornoyê çêkirî hatiye girtin

Li Koreya Başûrê kesekê 28 salî bi bernameyên çêkirî 400 vîdeoyên “Deepfake” çêkiriye. Ji ber vê yekê polîsan ew desteser kiriye.

Li gort nûçeya Gazete Duvarê bersûcî herweha 1700 nivîs jî li înternetê belav kiriye. Dadgeran xwestine 5 sal cezayê hefsê li bersûcî bê birîn. Li gor dadgehê wî kesî ji komên sohbetê yên xwendekaran wêneyên kesan standiye û bi bernameyên hişê çêkirî ew kirine vîdeoyên pornografîk.

Deepfake-vîdeo ew vîdeoyên sexte ne ku mirovan manîpûle dike, tişteka nebûyî wek çêbûbe nîşan dide.



Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Rojeva Zindî: 17.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û

Rojeva Zindî: 16.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û

Rojeva Zindî: 13.09.2024

Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û