Edîtorên Botan Timesê, kurt, zelal û kurmancî nûçeyên di rojeva kurdan û cîhanê de, li vê derê berhev dike.
Hunermendekî kurd li Almanyayê pêşangeha rism û peykeran li dar xist
Delîlo Tarim li Almanyayê pêşangeha rism û peykeran li dar xist.
Delîlo Tarim kurdek e û ev du sal in ew li Almanyayê dijî.
Tarim mamosteyê rismê ye û wî li Stenbolê, li Zanîngeha Mimar Sînanê xwendîye.
Wî bo Botan Timesê ragihand ku li Almanyayê pêşangeha xebatên xwe yên rism û peykeran li dar xistîye.
Ew, armanca xebata xwe wiha pênase dike:
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Di nav van şert û mercên zehmet ên jîyanê da mirov li pey cîhaneka nû ne. Şik û gumanên mirovan ên li ser dahatûyê dibin sebeb ku mirov di nav xwe da bijî û mirov nehêle tu kes daxilî jîyana mirovî bibe. Peykerên min ji îro û dahatûyê wêdetir in, ew bi awayekî xwezayî di nav zeman û mekanekî nû de, di nav bêhêvêtî û tirsekê da, li pey xewnekê ye an jî di xewnekê da ye.
Filma têrxelat ‘Cîran’ dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan
Filma Cîran ya Mano Xelîl dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan.
Cîran, li 250 feestîvalan hatîye nîşandan û zêdetirî 70 xelatan wergirtîye.
Derhêner Bilal Korkut li ser hesaba xwe ya instagramê da zanîn ku ev film dê li 4 bajaran û navçeyekê bê nîşandan û derhênerê wê Mano Xelîl jî dê hazir be.
Herwiha wî destnîşan kirîye ku dê di proseya nîşandana filmê da ew jî dê ligel filmê be.
Cihên nîşandana filmê
Mêrdîn, 08.09.2024
Wan, 11.09.2024
Amed, 07.09.2024
Nisêbîn, 09.09.2024
Batman, 10.09.2024
Peyama Bilal Korkut ya derbarê filmê da
“Mzgîniyeke min heye: Fîlmê “Cîran” yê Mano Xelîl, piştî 250 nîşandana festîvalên navneteweyî û zêdetirî 70 xelatan, dê bi pêşkêşiya derhênerî li 5 bajaran derkeve pêşberî temaşevanan. Ez kêfxweş im ku ez ê di vê rêwîtiyê de bi fîlmê re bim. Tu jî ji bîr neke.”
Albûma ewil a 30 salîya hunermendîya Mehmet Atlı weşîyaye
Albûma ewil a 30 salîya hunermendîya Mehmet Atlı, ya bi navê ‘na ne tenê me’ li ser platformên dijîtal weşîyaye.
Berîya niha Mehmet Atlı ragihandibû ku dê 30 hunermend, ji bo pîrozbahîya 30 salîya wî, 30 stranan bibêjin.
1ê Îlonê albûma ewil a pîrozbahîya 30 salîya wî weşîya.
Di vê albûm yekem da hunermendên wekî Tara Jaff, Brader, Rewşan Çeliker, Sakine Teyna & Anadolu Quartet, Pervin Chakar, Murad Demir, Jehrmar, Egîd Işik, Ali Doğan Gönültaş, Simir Rudan, Gulbahar Kavcu & Dılşah Kaymaz, Berfin Aktay, Harun Elki, Babetna, Ferit Sevim, Seyidxan Sevinç, Adnan Kartal û Ferec cih digirin.