ROJEVA CÎHANÊ, 29 Berfanbar 2021

Li welatên Ewrûpayê hejmara tûşbûyiyên vîrûsa Coronayê gehişte lûtkeya herî bilind. Li gel varyanta nû Omicronê, pêketiyên nexweşiya Covid-19ê li welatên Ewrûpayê her ku diçe zêde dibe. Li gorî raporta heftane ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), di navbera 20-26ê Kanûnê da li welatên Ewrûpayê ji sedî 57, li Amerîkayê jî ji sedî 30 rêjeya […]

ROJEVA CÎHANÊ, 29 Berfanbar 2021
ROJEVA CÎHANÊ, 29 Berfanbar 2021
Botan Times
  • 29 Aralık 2021 15:19

Li welatên Ewrûpayê hejmara tûşbûyiyên vîrûsa Coronayê gehişte lûtkeya herî bilind. Li gel varyanta nû Omicronê, pêketiyên nexweşiya Covid-19ê li welatên Ewrûpayê her ku diçe zêde dibe. Li gorî raporta heftane ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), di navbera 20-26ê Kanûnê da li welatên Ewrûpayê ji sedî 57, li Amerîkayê jî ji sedî 30 rêjeya tûşbûyîyan zêde bûye. Roja sêşemê li Fransayê 179 hezar û 807 pêketî hatine tomarkirin û ev yek ji destpêka Covid-19ê ve rêjeya herî bilind ya li parzemîna Ewrûpayê ye. Herwiha li Îtalya, Yûnanîstan, Portekîz û Brîtanyayê jî hejmarên herî zêde yên tûşbûyiyan hatine tomarkirin.

***

Li Fransayê mizgeft têne girtin. Li Bajarê Beauvaisê ji ber sebebên pêşkêşiya naverok û gotarên ayînî yên radîkal Mizgefta Bîlal ji bo 6 mehan dê bê girtin. Rayedarên Fransî dane zanîn ku bi gotarên ayînî yên ku mizgeft belav dike nefret û tundûtîjî tê teşwîqkirin û piştevaniya cîhadê tê kirin. Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin (Jêx Dexmana) jî aşkera kir ku ji ber hedefgirtina Mesîhî, hevzayend û Cihûyan mizgeft dê bo 6 mehan bê girtin. Heta niha li Fransayê ji ber fikara reftar û bûyerên radîkal 22 mizgeft hatine girtin.

***

10 sal bi ser Komkujiya Robozikê re derbas bûn. Li Robozika Şirnexê, êvara 28ê Kanûna 2011ê, balafirên cengî yên artêşa Tirk 19 jê zarok, bi temamî 34 kes qetilkiribûn. Doza Robozikê ji ber teslîmnekirina hindek belgeyan, ji aliyê Dadgaha Esasî (AYM) ve usûlen hatibû redkirin û rê li ber serlêdana Dadgeha Esasî ya Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (AİHM) hatibû girtin. Di 10emîn salyada Robozikê da, malbatên qurbaniyan dane zanîn ku wan hêvî û omîda xwe ji edaletê birrîye.

***

Mezintirîn teleskop bo fezayê hate firandin. Gewre, bihêz, hessas û giranbuhatirîn teleskopa dinyayê James Webb bo berhevkirina agahiyan ber bi fezayê ve hate firandin. James Webba ku 30 sal in li ser pêşvebirina wê xebat dihatin kirin, ji Stasyona Fezayê ya Ewrûpayê ya li Fransayê hate firandin. Zanyar li bendê ne ku ev teleskop zanyariyên berî 13 milyar û 800 milyon salan berhev bike.

***

Alexa ji bo zarokan xeternak e. Asîstana bideng ya Amazonê Alexa, ji keçeka 10 salî daxwaz kiriye ku ew bi pereyên zîv destên xwe bide serê fîşeka bi ceyranê ve girêdayî. Dayîka keçika 10 salî Kristin Livdahl li ser twitterê bi mesajê beyan kir ku berê jî bûyerên bi vî rengî qewimîbûn û got min demildest midaxeleyî asîstana Echoyê kir. Amazonê jî da zanîn ku wan ev xetaya Alexayê çareser kiriye û ew update kirine. Alexayê berê jî xetayên bi vî rengî kiribûn.