ROJEVA CÎHANÊ, 16 Berfanbar 2021

  • 17/12/2021
ROJEVA CÎHANÊ, 16 Berfanbar 2021
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

17/12/2021

Rojeva Cîhanê, 16 Berfanbar 2021, deng.

Dr. Özlem Türeci dê serokomarê Almanyayê hilbijêre. Yek ji danera derziya BioNTechê Dr. Özlem Türeci êdî dikare serokomarê Almanyayê hilbijêre. Türeci, li Almanyayê bo kongreya federal wekî delege hate hilbijartin. Parlemento û kongreya federal dê 13ê sibatê serokomarê Almanyayê hilbijêrin. Türeci, li gel Prof. Dr. Uğur Şahin cara yekem derzî bo nexweşiya koronayê peyda kiribûn.

***

Google dê xebatkarên xwe yên derzînebûyî ji kar derxe. Rêvebirê Google Sundar Pichai temûza borî bang li xebatkarên xwe kiribû ku divê ew derziyên koronayê li xwe bidin. Li gorî belgename û nivîsên nava şîrketa Google hat ragihandin ku eger xebatkaran derzî li xwe nedabin û belge nekiribin ew dê ji kar bên derxistin. Berpirsekî şirketê jî da zanîn ku divê ewlehiya karî hebe û em bikarin berdewamiyê li xizmetgûzariya xwe bikin.

***

Qîmeta Sterlînekê bû 20 lîreyê tirkî. Lîreyê Tirkî li hember dolar, euro û sterlînê bêqîmetiyeke tarîxî dijî. Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) şeva borî biryar li ser hindê da ku faîzê neguherîne. Îro danên sibehê, parê tirkî li hember dovîzê nêzî ji sedî 3yan bêqîmet bû û nirxê dovîzê gehişte asteke dîrokî. Dolareke amerîkî ji 15, euroyek ji 17 û Sterlînek jî ji 20 lîreyên tirkî borî. Herwiha Erdoğan li şûna du alîkarên wezîrê Darayî ji du alîkarên nû ayîn kirin. Îro dê Banka Navendî ya Dewletî ya Tirkiyê biryara xwe ya faîzê aşkera bike.

***

Varyanta nû Omicron dê meha çileyê li seranserê Ewrûpayê berbelav bibe. Seroka Desteya Ewrûpayê Ursula von der Leyen aşkera û hişyar kir ku dê meha pêşiya me Omicron li temamê Ewrûpayê berbelav bibe. Ev hişyariya Leyenê piştî daxuyaniya serokê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî hat kirin. Herwiha Leyenê da zanîn ku bo parastina ji Omicronê têra xwe derziyên zêde hene.

***

Nivîskar û çalakvana navdar Bell Hooks di 69 salîya xwe de mir. Ji aliyê malbata wê ve hate ragihandin ku ev demek e Hooks nexweş bûye û roja çarşemê li mala xwe ya li Kentuckyê wefat kiriye. Nivîskar, di tevgera femînîzmê da wekî pêşengekê dihate nasîn. Wisa tê zanîn ku Hooks ti carî nedixwest navê wê bikeve pêşiya xebatên wê, lewma her tim navê xwe bi herfên piçûk dinivîsî. Heta niha nêzîkî 40 kitêbên Hooksê çap û belav bûne.

%d