Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

ROJEVA CÎHANÊ, 15ê Berfanbara 2021ê

15/12/2021
  • Neteweyên Yekbûyî (NY) ser rewşa dawî ya Afganistanê hişyariyek da. Li gor karbidestên NY, dê û bavên Afgan ketine rewşeke dijwar û ew ji neçarîyê zarokên xwe difroşin. NY ji delîlên pêbawer dide zanîn ku Talîbanê, ku 15’ê Tebaxê kontrola Afganistanê xistibû destê xwe, heta niha zêdetirî 70 kes înfaz kirin
  • Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku cureya vîrusa korona ya bi navê Omicron li gor varyantên din zûtir belav dibe û ew heta niha li 77 welatan hatiye tespît kirin. Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Tedros Ardhanom Ghebreyesus ser wê cureyê fikarên xwe gotin û dîyar kir ku ger tedbîr neyên girtin ewê sîstemên saxlemîyê yên hemî welatan têk biçin.
  • Motora lêgerînê Google trend û babetên sala 2021an belav kirin. Li gor trendên Googlê, gerokên înternetê îsal ji stranan herî zêde Driver License ya Olivia Rodrigo gerîyane. Ji tîmên futbolê Real Madrid, ji showên televîzyonan Squid Game, ji fîlman Eternal û ji pereyên krîpto jî Dogecoin ketine lîsteya trendan.
  • Têkilîyên Tirkîye û Ermenistanê normalîze dibin. Wezîrê Navxweyî yê Ermenistan Vahan Hunanyan ji Facebookê bi peyamekê da zanîn ku ew bo asayîbûna peywendîyên bi Tirkîyê re bê şert û merc hazir in. Peywendîyên dîplomatîk yên Enqere û Erîvanê ji salên 1990î ve qut bûbûn.
  • Şîrketeke şîrî ya Koreya Başûr jiber reklama xwe li welêt nîqaşên mezin çêkir û şîrketê jiber reklamê lêborîn xwest û ew ji weşanê rakir. Di reklamê de mêrek bi dizî dîmenên jinên yogayê dikin digire û bi dawîya reklamê re jin weke çêlekan tên nîşan dan. Peyva ‘’molka’’, ku maneya wê kameraya nepênî ye, li Koreya Başûr bo jinan kêşeyeke spesîfîk e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan