ROJEVA CÎHANÊ, 14ê Berfanbara 2021ê

Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hevdîtineke tarîxî pêk anîn. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi merasemîke fermî duh Duşemê serdana Emîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn Zayîd El-Nehyan kir. Sala borî bi navbênkarîya Amerîka her du dewletan ser normalkirin û geşkirina peywendîyan peymanek îmza kiribûn. Xebatkarên tenduristiyê yên Tirkiyê sibe Çarşemê dest bi […]

ROJEVA CÎHANÊ, 14ê Berfanbara 2021ê
ROJEVA CÎHANÊ, 14ê Berfanbara 2021ê
Botan Times
  • 15 Aralık 2021 10:43



Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hevdîtineke tarîxî pêk anîn. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi merasemîke fermî duh Duşemê serdana Emîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn Zayîd El-Nehyan kir. Sala borî bi navbênkarîya Amerîka her du dewletan ser normalkirin û geşkirina peywendîyan peymanek îmza kiribûn.

Xebatkarên tenduristiyê yên Tirkiyê sibe Çarşemê dest bi grevê dikin. Jiber kêmbûna mûçeyan li hember dovîzê û şertên giran yên karkirinê xebatkarên li seranserê Tirkîyê dê bo rojekê dest ji kar berdin. Yekîtîya Tebîbên Tirk (TTB) û gelek sendîka piştgirîyê vê grevê dikin.

Kovara TIME, Elon Musk wek mirovê salê yê 2021an bijart. Kovarê dîyar kir ku Elon Musk bandora xwe li cîhanê û heta li fezayê jî nîşan daye. Musk îsal bi twîtên xwe tesîr li pîyasaya pereyên krîpto jî kiribû.

Desteya Nobelê ya Norwecê îsal xelata aştîyê da du rojnamegeran. Li gor daxuyanîya desteyê, Maria Ressa ya Fîlîpînî û Dmitry Muratov yê Rûs ji ber karên ser parastina azadîya beyanê xelat wergirtine. Marria Ressa û Dmitry Muratov li welatên xwe bi rexneyên dijî serokên hikûmetan tên nasîn.

Kompanîya dermanan Johnson & Johnson ragihand ku li Afrîqaya Başûr heta niha ti kes bi cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê nemiriye. Jimareke dewletan dîyar kiribûn ku Omicron ji Afrîqaya Başûr belav bûye û dijî rêwîyên ji wî welatî tedbîr ragihandibûn. Ji nav dewletên cîhanê heta niha tenê Brîtanyayê mirineke ji Omicronê ragihandiye.