ROJEVA CÎHANÊ, 13ê Berfanbara 2021ê

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson derbarê cureya vîrusa koronayê ya bi navê Omicronê da got bêguman pêleka nû ya koronayê destpê dike, û da zanîn ku eger doza sêyan ya derzîyê neyê bikaranîn dibe ku pirtir kes bikevin nexweşxaneyê. Wî dîyar ku dijî Omicronê ew armanc dikin rojane mîlyonek kes derzîya sêyan li xwe bidin. Dewleta […]

ROJEVA CÎHANÊ, 13ê Berfanbara 2021ê
ROJEVA CÎHANÊ, 13ê Berfanbara 2021ê
Botan Times
  • 15 Aralık 2021 15:27

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson derbarê cureya vîrusa koronayê ya bi navê Omicronê da got bêguman pêleka nû ya koronayê destpê dike, û da zanîn ku eger doza sêyan ya derzîyê neyê bikaranîn dibe ku pirtir kes bikevin nexweşxaneyê. Wî dîyar ku dijî Omicronê ew armanc dikin rojane mîlyonek kes derzîya sêyan li xwe bidin.

Dewleta Îraqê sed salî ye. Serokomarê Îraqê Berhem Salih bi peyamekê sedsalîya Îraqê pîroz kir. Salih, dîyar kir ku ew di sedsalîya Îraqê de bi dijwarîyên giran re rûbirû mane. Wî da zanîn ku ew dixwazin di demên pêş de hilbijartineke aştîyane çêkin û dewleta qanûnî biparêzin.

Desteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku li seranserê cîhanê 293 rojnameger di zindanê de ne. Çîn bi 50 rojnamegerên girtî di lîsteyê de li rêza pêş e. Li dû Çînê Myanmar, Misir, Vîetnam, Belarûs û Tirkîye tên.

Rûsyayê bang li NATOyê kir ku Ukraynayê neke endama xwe. Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku bi ti awayî nayê qebûl kirin ku Ukrayna bibe endama NATOyê. NATO, ku 30 endamên wê hene, di sala 2008an de gotibû ku ewê Ukrayna û Gurcistanê bike endamên xwe, lê heta niha jî ew nebûne endam. 

Qîmeta dolar û euro li hember lîraya Tirkî rekor şikand. Di destpêka vê hefteyê de dolarê Amerîkî nêzî 15 û yek euro jî nêzîkî 17 lîrayan bû. Salek berî niha dolareke Amerîkî nêzîkî 8 lîra û euroyek jî 9 lîra bû.