Rojev û Derûniya Mirovan

13/12/2024

Gava em qala rojevê dikin, tim rojeva siyasî tê bîra me. Şert û mercên bi salan e em tê de ne, berê rojeva me, tim dide aliyê siyasetê. Bi hevalên xwe re, em piranî li ser rojeva siyasî xeber didin û li nav nûçeyan em bala xwe bêtir didin nûçeyên siyasî. Di nav rojevê de, cihê me çi ye û çawa ye? Rojeva siyasî çawa diguhere? Çi li me zêde dike û çi ji me kêm dike? Gelo em li ser van qet difikirin? An bi tenê dixwînin/dibînin û derbas dibin?

Bi pêşketinên teknolojîk, rojeva siyasî, zêdetir di nav jiyana me de cih girt. Salên 1920an li ser radyoyan û salên 1930an jî li ser televizyonan, bernameyên nûçeyan dest pê kirin. Lê bi înternetê re û bi taybetî jî bi medyaya civakî re, têkiliyeke xurt di nav me û rojevê de çêbû. Bi medyaya civakî re, rojevê cihê xwe di jiyana me de berfirehtir nekir, berevajî wê, em bi xwe rasterast ketin nav rojevê. Êdî haya me ji her tiştî heye. Çi tiştekî xweş (!) Ne werê? Hilbijartinên li Amerîkayê, bûyerên li Efrîkayê, şerên di nav welatên ku em nikarin li ser nexşeya cihanê cihê wan nîşan bidin… Ji aliyekî ve wek tiştekî baş xuya dike. Bi van nûçeyan, em dinyayê nas dikin û em dizanin ka em li dinyayeke çawa dijîn. Lê rojeva me? Ji bo rojeva xwe jî, gelo em bi hêsanî dikarin heman tiştî bêjin? Ew rojeva me ya ku li ser siyaseteke guherbar, li ser bûyerên giran û li ser mirinên bêhejmar ava bûye!

Rojeva em tê de ne, ne rojeveke normal e. Ew tiştên ku li welatên din sedsalan careke tê dîtin (an jî qet), em di nav mehek û hefteyekê de, carna jî di rojekê de dijîn. Rengê rojeva me, ne rengekî ji nav keskesorê ye û ne rojeveke jirêzê ye. Loma şopandina rojeva me, gelek caran rewşeke kesernak û travmatîk e. Tiştên em dibînin, dixwînin, dibihîsin… Tiştên têra xwe giran û bi jan! Di vê rewşê de em dikarin çi bikin? Ji bo em ji van travmayan dûr bisekinin, em çav û guhê xwe bi temamî li rojevê bigrin an li gel hemû jan û travmayan em rojevê bişopînin? Çare çi ye?

Şert û mercên bi salan e em di nav de ne, bo şopandina rojeva siyasî, li ser me mecbûriyetekê çêdike. Gelek caran heqê me yê tercîhê tuneye ku em bêjin, “na, ez naxwazim viya bibihîzim.” Em nexwazin jî, bi şiklekî em dikevin nav rojevê. Loma jidûrketina rojevê, ne pêkan e. Ew dîwarê ku mirov dixwaze ji bo  “xweparastina ji rojevê” ava bike, ji aliyê  amûrên teknolojîk û civakê ve hildiweşe û mirov di bin xirbeyên dîwarî de dimîne. Rojev, li ser mirovan zextekî ewqas mezin çêdike ku mirov nikarin ji nav tora rojevê derkevin. Di nav civakê de divê  li ser rojevê xeber bidin, şirove bikin, nûçeyên ji ekranê dibînîn divê bêsekan dubare bikin. Ji ber van sedeman, mirovên qala nûçeyên siyasî nakin, li ser rojeva siyasî xeber nadin, ji aliyê civakê ve mirovên cidî û giran nayên qebûlkirin. Baş e, wê çaxê em xeber bidin. Li ser rojeva siyasî, li ser teqîna bombeyan, kuştina zarokan, îşkence û tecawizan… Gelo meriv dikare van mijaran, bike mijarên sohbetên rojane? Mirov tenê ji bo nîşan bide ku yekî “polîtîk” e û rojeva siyasî dişopîne, gelo bi hêsanî dikare qala van mijaran bike?  Gelo mirov, wek canderekî xwedî hest û wijdan, bêyî ku li ber van bûyeran bikeve û pê biêşe, dikare li ser van xeber bide? Şopandina rojevê gelo bi rastî jî bo agahdar bûnê ye, an jî bo avakirina nasnameyeke civakî ye? Nasnameyeke giran û cidî! Divê em çi bikin? Divê em têkilî û girêdaneke çawa bi rojevê re danin? Gelo em li hemberî bûyerên giran, ji bo ku mirov xwe û rihê xwe ji travmayan biparêzin, divê dev ji şopandina rojevê berdin? An jî bişopînin lê li ser xeber nedin?. An jî em him bişopînin û him jî li ser xeber bidin! Em ji bo ku xwe di nav civakê de bidin qebûlkirin û polîtîkbûna xwe nîşan bidin, ma divê tim qala rojevê bikin. Em li ser maseyên mezin û di nav civînên cidî (!) de, di nav dûmana cixarê de, bi saetan, wek tiştekî jirêzê qala rojevê bikin, qala bûyerên giran bikin. Û dûre jî wekî ku tiştekî nebûye em qehweya ve vexwin!

Mirov wek candarekî civakî û siyasî, ji bo ku di nav pêşketin û guherînên civakê de, wek aktorekî cih bigre, rojeva siyasî dişopîne. Têkiliya di nav mirov û rojevê de, wek têkiliyeke jirêzê, di nav jiyana mirovan de cih digre. Lê mixabin ji bo rojeva me, ev tişteke pirr zehmet xuya dike. Şert û mercên me, gelek caran bêyî daxwaza me rojevê dixin nav jiyana me. Gelo di siberojê de, wê rojeveke me yê normal(!) çêbe? Rojeveke bêyî mirin û êş û travmatîk. Bifikirin, di nav jiyaneke normal de, di rojeva me de tenê Festîvala Hinarên Helebçeyê heye, an jî em li ser dîroka birc û bedenên Diyarbekirê xeber didin. Çi rojevên xweş in. Ne werê?


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Weşana berê

Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

Weşana paşê

Trajediyên Dîrokê û Hêviya Gelan