Li Dêrezorê, grupên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûrîyeyê ve, êrişî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dîyar kir ku êrişên bejahî şeva borî dest pê kirine û heta vê sibehê berdewam kirine.
Li gorî daxuyanîyê, çekdarên bi ser Hikûmeta Sûrîyeyê ve bi top û hewanan êrişî hêzên wan dikin.
HSDyê bi daxuyanîyeka nivîskî ragihand ku êrişan li rojhilatê Çemê Feratê encam daye.
Di van êrişan de li bajarokê Zîbanê û Taxa El-Letweyê 2 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Li bajarê El-Şihêlê jî 2 sivîl birîndar bûne.
HSDyê da zanîn ku şervanan li ber xwe daye û çekdarên êrişkar neçar mane vekişin.
Li hêla din, çavkanîyên cihî yên Dêrezorê dîyar dikin û îro di navbera şervanên HSDyê û çekdarên bi Ibrahîm El-Hifil de careka din şer û pevçûnan rû daye û rewş heta vêga jî ne aram e.
Bo agahîyên berfirehtir bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.