21ê Sibatê, di sala 1999a de, ji aliyê UNESCOyê ve wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat qebûl kirin. Bi taybetî ji bo me, ji bo milleteke zimanê wî roj bi roj li ber tunebûnê ve diçe, rojek wisa pirr girîng e. Helbet ne tenê rojek, divê em her roj qedr û qîmetê bidin zimanê xwe, divê em her roj û li her derî bi zimanê xwe bijîn. Lê dîsa jî, salê carek, ji 365 rojan rojek, wek semboleke mezin, bo zimanê dayikê girîng e.
Ziman ji bo her kesî, ji bo her milletî tiştek cuda îfade dike. Her millet li gor şert û mercên xwe yên dîrokî, siyasî û civakî li ser mijara ziman disekine. Girîngiya ziman, di nav van şert û merca de derdikeve pêşberî me. Ji bo milleteke xwedî dewlet, zimanê dayîkê belkî pirr ne girîng be, belkî wateyeke kûr di nav xwe de nehewîne. Çimkî zimanê dayîkê yanî zimanê wî milletî, xwedî statuyek e, bi qanûnan hatiye/tê parastin. Zimanê perwerdehiyê ye, zimanê fermî ye. Zimanê aboriyê ye,zimanê felsefeyê ye… Zimaneke bi vî şiklî tê parastin, ji qedexeyan dûr e. Di nav qadên cûr bi cûr de rê li ber pêşketina wî vedibe û bi hêsanî xwe digihîne siberojê. Ji ber van sedeman, dibe ku zimanê dayîkê ji bo van milletan ne girîng be. Dibe ku meseleya ziman wek tişteke rojane binirxînin û li ser nesekinin. Dibe ku, ziman bo danûstendinê û xeberdanê tenê wek “amûrek” bibînin… Ya em? Gelo em jî dikarin li ser ziman wisa bifikirin û bi hêsanî bêjin, ziman tenê amûrek e!
Mîchel Foucault, wek fîlozofekî sedsala 20an, di berhemên xwe de, li ser mijara ziman pirr sekiniye û bi awayekî felsefî nirxandiye. Di pirtûka xwe ya bi navê “Le Beau Danger” de, ji bo zimanê dayîkê wisa dibêje: “Yekane welatê rastîn û axa ku mirov karibe pê lê bike û mala ku karibe xwe lê bisitirîne, zimanê zarokatiya mirov e!” Foucault bi vê gotinê, zimanê dayîkê ji aliyeke cuda dinirxîne. Gava qala mafê zimanê dayîkê tê kirin, ev mijar piranî ji aliyê siyasî, nasnameya netewî, mafên mirovan… û hwd. tê nirxandin. Lê Foucault, zimanê zarokatiyê (zimanê dayikê) wek welatek, wek malek û stargehek şîrove dike. Zimanek ji bo mirov çawa dibe welat? Mirov çawa dikare bi zimanek xwe bisitirîne û ji çi!
Ji bo em gotinên Foucault hinek baştir fehm bikin û şîrove bikin, divê em li têkiliya di navbera ziman û raman binêrin. Li gor Foucault, ziman ne tenê amûrek danûstendinê ye. Ziman di hişê mirovan de, fehma li ser dinyayê ava dike, bingeha fikirînê ava dike û wek pergalek, nasnameya keseyatiyê ava dike. Ji ber van sedeman, li gor Foucault, ziman, ji amûrek wêdetir, bingeha hebûna mirov e. Ev nêrîn, gotina Heidegger a “Ziman mala hebûnê ye” tîne bîra mirov. Ziman di felsefeya her du fîlozofan de, wek avakar û stargeha hebûna mirovan hatiye şîrove kirin. Çawa ku mirov di malek de çêdibe, mezin dibe, xwe di ewlehiyê de hîs dike, rih û hebûna mirov jî, bi ziman re van fonksiyonan tînin cî û li ser van fonksiyonan keseyatiyek ava dikin. Têgeha “mal” xêncî stargehê, sînorek jî nîşanî me dide. Ev sînor, sînorê zimanê me ye. Rastî û heqîqeta cîhanê, em bi têgehên zimanê xwe fehm dikin. Loma ziman xêncî wezifeyên xeberdan û îfadekirina ramanan, wek sînoreke epîstemolojîk, li ser pergala fikirîna mirovan jî bandora xwe nîşan dide.
Li gor Foucault, yekane qada ku mirov pê karibe têkiliya aîdîyetê ava bike, ziman e. Ev aîdîyet, bingeha xwe, ji têkiliya di navbera ziman û jiyanê digre. Mirov bi zimanê xwe dinyayê nas dike, dinyayê fehm dike, şîrove dike û xwe bi zimanê xwe îfade dike. Ji ber van sedeman ziman, ji pêwendiyeke di navbera mirov û jiyanê de ye.
Piştî van hevokan, em dîsa vegerin ser pirsa xwe ya ewilî: Gelo em dikarin bi hêsanî bêjin, ziman tenê amûrek e? Gelo mirov dikare zimanê ku hebûna mirov diafirîne, zimanê ku şikl dide nasname û keseyatiyê, zimanê ku pergala fikirînê ava dike ji van hemû taybetmendiyan dûr bixîne û tenê wek amûreke xeberdanê pênase bike? Ji bo carek em vê nêrînê qebûl bikin û em bêjin, rast e ziman amûreke xeberdanê ye. Baş e, wê çaxê em çima amûra xwe bikarnaynin? Em çima dev ji amûra malê berdidin û berê xwe didin amûrên xerîb? Dê û bav di mezinkirina zarokan de, ji bo tenduristiya laşê zarokan li gelek tiştan dîqqet dikin. Nahêlin zarok xwarinên derve bixwin, tim berê wan didin xwarinê organîk û xwarinê malê. Ya rihê zarokan? Dê û bav çima rih û hebûna zarokan ji bi zimanê organîk, bi zimanê malê ava nakin? Çima bi zimanê xerîban rih û mejiyê wan bi tarîtîya zimanên din dorpêç dikin û wan ji ronahiya zimanê xwe mehrûm dihêlin? Zarokên ku bi zimanekî li ser tunebûna wan hatiye ava kirin, wê çawa karibin hebûna xwe ava bikin? Çawa !
Wek gotineke dawî, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, li hemû dê û bavên zarokên xwe, bi zimanê me yê şêrîn mezin dikin pîroz dikim. Di nav van şert û mercan de, di nav pergala asîmilasyonê de ev kedeke girîng û bi rûmet e. Piştî ku dê û bavên zarokên xwe bi zimanê xerîban mezin dikin bikevin rêya rast û qîmeta zimanê dayîkê fehm bikin, em ê roja wan jî pîroz bikin. Belkî!
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.