ZINDÎ-Roja 10emîn ya erdhêjê: Hêvî hêj heye!

15/02/2023

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Li gorî daneyên herî dawî 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin 195 hezar û 962 mexdûrên karesatê ji herêmê bo

parêzgehên din hatine veguhestin.

Kiliçdaroglu: Bi zanebûn leşkeran neşandin

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku hikûmet bi zanebûn leşkeran neşandiye herêma erdhêjê.

Wezîr Kurum: 50 hezar û 576 avahiyên ku divê bi lezgînî bên hilweşandin hene

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniye Murat Kurum dîyar kir ku li gorî tesbîtên heta niha 50 hezar û 576 avahî hene ku divê bi lezgînî bên hilweşandin.
Wî anî ziman ku li herêma erdhejê xebatên tesbîtkirina zirarê dewam dikin û heta niha 387 hezar û 346 avahî hatine lêkolînkirin.

Hat diyarkirin ku 279 hezar û 655 avahî sivik zirar dîtine yan jî zirar nedîtine.

13:09

Soylu: Li Antakyayê ji her 2 malan yek wêran e

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Mereşê civîna çapemeniyê li dar xist û got, “Li Antakyayê ji her 2 malan yek wêran dibe.”

11:09

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê dê bê Tirkiyê

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Mîrzoyan bo başkirina têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê îro serdana Tirkiyê dike.

11:00

Yekem karwanê alîkariyên NYyê ji deriyê sînorî derbasî Sûriyê bû

Karwana alîkariyê ya yekem a Neteweyên Yekbûyî ji deriyê sînorî yê nû vebû derbasî Suriyê bû.

10:00

3 hezar û 170 erdhejên din jî çêbûn

Her wîha li gor daneyên AFADê hat gotîn ku li herêma erdhêjê 3 hezar û 170 erdhejên din jî çêbûne.

2 hezar avahî hilweşiya

Li Semsûrê û li navçe û gundên wê nêzî 2 hezar avahî hilweşiyane. Li gorî daneyên ewil zêdetirî 8 hezar avahî jî wekî avahiyên zêde xesar dîtine hatine tespîtkirin

Li Semsurê di seata 222an de 2 kes hate rizgarkirin

Li bajarê Semsurê ku bi erdhêjê wêran bê hê jî welatî ji bin kavilan bi saxî tên rizgar kirin.

DI roja 9’an a erdhejê de, li Semsûrê li Taxa Alîtaşiyê Fatma Gungor a 77 salî bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin. 

Zarokê 12 salî Berat Yucel pişti 9 rojan hate xelaskirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê: 15.02.2023

Weşana paşê

Kurdish media monitoring of earthquake 15.02.2023

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû