Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rockbêj Mirady yekem strana albûma xwe ya nû weşand: “Were Esmer”

Ji
08/03/2024

Albûma nû ya Mirady bi navê “Telesî” ye û wê tê de 6 stran hebin.

Rockbêj Mirady piştî ku di sala 2020an de albûma xwe ya single ya bi navê “Delal” weşand bi çar salan, niha jî wê albûmeke ji şeş stranan pêk tê biweşîne.

Navê albûma Mirady “Telesî” ye û 6 stran di albûmê de hene. Mirady yekem strana vê albûmê jî bi navê strana wî “Were Esmer” amade kiriye. 

Ev strana wî jî weke yên wî yên din, gotin û muzîkên wê wî bi xwe nivîsandine û çêkirine.

Şêweyeke wî yê cuda heye

Mirady ji destpêka jiyana xwe ya muzîkê heta niha, di rockbêjiya kurdî de bi deng û şêweyê xwe yê cuda balê dikişîne. Di her albûm û her straneke xwe de ew tiştên cuda diceribîne û dixwaze xwe dubare neke.

Di vê strana wî ya nû de jî vê rewşê careke din xwe daye der. Mirady stran bi aranjoriya Cansun Küçüktürkî ve çêkiriye ku Küçüktürk yek ji endamê koma Bajarê ye.

“Were Esmer” bi gotin, renk û şêweya xwe him roja me him jî salên rabirdûyê ango salên derbasbûyî tîne bala mirovan. Ji hêlekê dengê salên 2000î ye, lê ji hêlekê ew tahma salên beriya 2000î, heta salên 1980yî di nava xwe de hewandiye. Deng, amûr û rengê muzîkê harmoniyeke serkeftî di nava van deman de honandiye. 

Di vê stranê de ne tenê rock heye, jazz heye, tahma popê heye lê tê de rengê etnîk ango folk jî hene. Koro vokala ku ji Şilan, Dilşah, Ruşene û Neslihanê pêk hatiye rengekî cuda daye stranê.

Stran li ser hemû platformên dijîtal wê bê weşandin. Ada Müzîk e şîrketa ku albûma “Telesi”yê diweşîne.

Derbarê Mirady de

Mirady albûma xwe ya yekem di sala 2004an de weşandiye ku navê wê “Xemname” bû. Di sala 2012an de “Marmasî”, di sala 2013an de wî û Raperînê bi navê “Tarumar” derxist. Piştî wê di albûmeke ji ber helbestên Metîn Altinokî hatibû amadekirin de, 2 stran straye. Piştî wê jî di sala 2015an de bi pêşekiya wî albûma “Peşk”ê derket ku ji ber helbestên Bro Omeriyî hatibû amadekirin. Mirady derhênerê muzîkê yê vê albûmê bû û tê de stran jî straye. “Xwelî” di sala 2018an de, “Delal” jî di sala 2020an de derketin. Beriya Telesiyê, di sala 2023yan de di albûmeke din a tirkî de stranek straye ku ji ber helbestên Behçet Aysanî hatiye amadekirin.

Miradyî niha jî ji bo 30 saliya jiyana muzîkê ya Mehmet Atliyî amadekariya albûmekê dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan