Robozik: “Berîya 11 salan êşa dilê me çawa bû niha jî bi wî rengî ye”

Robozik: “Berîya 11 salan êşa dilê me çawa bû niha jî bi wî rengî ye”
Robozik: “Berîya 11 salan êşa dilê me çawa bû niha jî bi wî rengî ye”
Gulistan Korban
  • 27 Aralık 2022 15:27

“Êşa me hê jî wekî wê roja bombebaranê ye. Beriya 11 salan çawa bû niha jî bi wî rengî ye. Em ferî vê êşê kirin.”

Van gotinan Zekî Tosun dibêje. Kurê Tosun yê 23 salî di 2011an de li Robozikê hat kuştin.

Di ser bûyerê re, ku di nava rayagiştî de wekî “Qetlîama Robozikê” tê binavkirin 11 sal derbaz bûn.

Piranîya wan jê zarok, 34 kesan di bombebarana li Robozika Qilabana Şirnexê jîyana xwe ji dest dan.

Ligel derbasbûna salan ne berpirs hatin dîtin ne jî kesek hate darizandin. Doza ji aliyê malbatan ve hate vekirin ji Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê paşve vegeriya.

Botan Times ser rewşa dawî ya doza Robozikê bi malbat, parezerê dozê û Komelaya Mafên Mirovan (İHD) re axivî.

“Dewlet dibêje em pere bidin we êşa dilê xwe jibîr bikin!”

Mehmet Alî Tosun

Zekî Tosunê, ku kurê wî Mehmet Alî Tosunê 23 salî di komkujiyê hatiye kuştin, dîyar dike ku ew ji roja bûyer pêk hatiye heta niha daxwaza yek tiştî dikin, ew jî edalet e.

Li gor Tosun rayedarên hikûmetê dixwazin bi pereyan êşa wan bide jibîrkirin. Tosun dibêje ”Heta niha însanek nehatiye girtin wê çawa êşa me sivik û dilê me rehet bibe.”

Serokwezîrîya Tirkîyê di sala 2012an de xwestibû ku bo her şexsekî hatî kuştin 123 hezar lîra bide, lê Malbatên Robozikê ew tazmînat qebûl nekiribûn.

Zekî Tosun û xanima wî

Piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an Wezîrê berê yê Enerjîyê Berat Albayrak dîyar kiribû ku di bûyera Robozikê de tilîya endamên Koma Fetullah Gulen heye ku ji aliyê hikûmeta Tirk wekî rêxistineke terorîst tê binavkirin.

Piştî axaftinên Albayrak, Malbatên Robozikê jî cara duyem serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.

Doza Robozikê, ku bi girtinê re rûbirû mabû, bi keda malbat û parêzeran careke din ket rojevê.

Parêzer Kisaparmak: Dadgeh qebûl bike wê lêpirsîn ji nû ve bê vekirin

Kerem Kisaparmak

Parêzerê Malbatên Robozikê û aktîvîstê mafên mirovan Kerem Kısaparmak diyar dike ku wan cara duyem serî li Dadgeha Qanûne Bingehîn daye û eger dadgeh qebûl bike wê lêpirsîn ji nû ve bê vekirin.

Li ser rewşa dozê jî Kısaparmak dibeje, armanca wan ya sereke ev e ku xetayên berê hatine kirin dubare nebin ku Robozik careke din bikeve rojeva Tirkiyê.

Parêzer Kısaparmak ji dadgeha Tirkîyê ne bi hêvî ye, lê ew dibêje “Ger di doza Robozikê de lêpirsin bê vekirin wê demê wê deriyê dadgeha Ewropayê jî careke din bo me vebibe. Jixwe armanca me jî ev e.”

Serokê İHD ya Amedê: Robozik şideta dewletê ye!

Abdullah Zeytun

Serokê İHDê yê Amedê Abdullah Zeytun jî ser Robozikê dibêje ev şideta dewletê ye ku wê ti caran ji bîra Kurdan dernekeve.

Zeytun dîyar dike ku qetlîam rasterast bi destê dewletê çêbûye, lê wekî bûyerên din yên dijî Kurdan bê ceza maye.

Ew dibêje wekî IHD ewê bo hesêb bipirsin her bi têkoşîna Malbatên Robozikê re bin.

Di şeva 28 ê Kanuna 2011an de çi bûbû?

Di 28ê Kanûna 2011an de di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyê de piraniya wan zarok bi tevahî 34 gundiyên Robozika Qilabana Şirnexê hatibûn kuştin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir di sala 2013an de ji bo buyerê “biryara nebûna erkê” dabû  û dosye radestî dozgeriya leşkerî kiribû.

Dozgerîya leşkerî jî  2014an de dîyar kiribû ku leşkeran karê xwe kirine, xetayek çêbûye û destur nedabû ku doz bê vekirin.

Parêzerên malbatan  di 2015an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn lê dadgehê bi hinceta belgeyên kem dosyayê red kiribû.

Ev biryar bo Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bibû hincet û wê jî di 2018aan de dosyayê Roboskiyê paşve vegerandibû.

Malbatan cara duyem serî li Dadgeha Qanûne Bingehîn dane û hê jî li benda biryara dadgehê ne.

Manşet-Foto: Wikipedia

Click for English