Rizqê Hisên Kemal û hikayeta roportajekê

Nıvîskar:
1 year berê

Kelekela havîna 2023yan, rokê çavê min li Termê ket dema min kitabên xwe rêz dikirin. Ez sekinîm, nola dostekî ku min xayînî lê kiribe kitabê li min dinêrî. Roportaj bûbû derew çinku. ”Qene” min got ji xwe re, ”qene ez nezaketen biçûma cem Hisên Kemal, min ew nas bikira.”

***

Hisên Kemal bihara sala 2021ê çito ku bi Terma xwe hat û ket edebîyata Kurdî, çend hevalên nivîskar ji min xwestin ku çi kar di destê min de heye ez biterikînim û hema rûnim dest bi xwendina vê romanê bikim.

Wan hevalan kêm zêde bi eynî perspektîfê ji min re gotibûn ku “Nivîskarê romanê nola te ji Sirûcê ye û mekan û meseleyên wê jî li hêla Riha ne, hele tu jî bixwîne ka çi dikeve serê te..”

Heta, Hûrbînî Podcastê li ser tevkarîyeka me ya wê sala 2021ê ji rindîya xwe, ji min re bi noteka kubar Termek hedîye şandibû. Li cem min tevî nusxeyeka ku Hisên Kemal pir xwestibû şair-nivîskar İbrahim Halil Baran bixwîne û xusûsî jê re şandibû -lê nusxe ji ber sirgûnîya wî li cem min mabû- du Term hebûn.

Wê wexta Term nû derketibû û tavilê bi dest min ketibû ez ne di wî qafî de bûm ku rûnim romanan bixwînim. Loma min Term jî nola gelek romanên din danîbû hêlekê û ji ”dûra-dûra”yê re hiştibû.

Dûra di dawîya 2021ê re eşq û şewqa xwendinê careka din hatibû min û ez rûniştibûm, min berî gîyan dest bi xwendina Terma Hisên Kemal kiribû. Romanê bi sir û esrara xwe, bi hinek kelîmeyên hêla me yên ji kêr û birrekên edîtor û redaktorên ji mezheba zimanê standart filitîbûn, bi minaqeşeyên ser miletbûn û dewletbûnê, bi şor û şîretên karekterên xwe yên halên xwe başqe, bi raberkirina rewşa gund û bajaran, bi çavên realîst ez li dû xwe kaş kiribûm û kaş kiribûm.

Dema min Term dixwend, jiber terz û teşeya wê di serî de tehma kitabên Orhan Kemal û Yaşar Kemal bi bîra min ketibû, bes her ku ez nêzîkî talîya romanê bûbûm, qinyata min hasil bûbû ku Hisên Kemal solê wan di taqê re avêtiye û di ser wan re lêxistiye. Çinku Orhan Kemal û Yaşar Kemal bi tenê bi Tirkî li Entab, Edene, Riha û wan derdoran nihêribûn, lê Hisên Kemal hem bi Kurdî hem bi Tirkî çav li dora xwe gerandibû û realîte hîn rasttir li romaneka edebî raxistibû.

Piştî min roman xwend, qedand di sohbeteka edebî de li min û li nivîskar Înan Eroglu ferz bû ku em herin bi Hisên Kemal re roportajeka dirêj bikin. Çinku hem Înan Eroglu bi heyranîyeka mezin behsa Termê dikir, hem min meraq dikir ku Hisên Kemal jibo zimanê romanê di mabêna devok û standartê de çi qebûl û çi red kiriye.

Min xeber gihand Hisên Kemal ku em hazirîya roportajê dikin. Înan Eroglu tam hazir bû yan ne hazir bû nizanim, bes ê min gerek min roman carek du carên din bixwenda seba pirsên pir rind bipirsim. Lê ew xwendin wer werga tim îro-siba, îro-siba ma. Ma û me bîr kir, çû.

Kelekela havîna 2023yan, rokê çavê min li Termê ket dema min kitabên xwe rêz dikirin. Ez sekinîm, nola dostekî ku min xayînî lê kiribe kitabê li min dinêrî. Roportaj bûbû derew çinku. ”Qene” min got ji xwe re, ”qene ez nezaketen biçûma cem Hisên Kemal, min ew nas bikira.”

Min anî Term li qora tewrî jor li rêza pêşî danî, da ku ew tim li pêş çavên min be û ez di fersendeka xwendinîyê de xwe lê bigirim. Û bi fersendê re, dîsa min xeber gihand Hisên Kemal ku berî payîzê bi xêr em jibo roportajê hevdu dibînin.

Ne bi dereceyên germê, lê bi hesabê teqwîmê havîn hindik mabû; Term jî bi xwendineka min ya nû hindik mabû biqede ku ji Weşanxaneya Wardozê xeber hat ku rizqê Hisên Kemal li dinê qedîyaye.

Pirsên min yên pir rind hene ser romana Termê, lê Hisên Kemal tune êdî. Heta rizqê min diqede li dinê, bi vî ezabî ez nizanim ka kîjan pirs diqete ji aqilê min, ji dilê min kîjan tirs.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Erdal Kaya li Berlînê bû

Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna

Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo