Rîtuela ‘Çarşema Zîpa’ bi çalîkayên curbicur li bajarên kurdan digere.
Çarşema Zîpa di nav çand û kevneşopîya kurdan da cihekî xwe yê giring heye. Çarşema Zîpa serê meha adarê dest pê dike û sê çarşeman berdewam dike. Li gorî rîtuela Çarşema Zîpa heke çarşeman baran bibare dê bihar xweş derbas bibe, heke nebare zivistan dewam dike. Wan rojan şahî tên lidarxistin.
Ev çalakî bi hevkarîya Mordem Huner, Nisk Huner û Şaneşin Performance, di çarçoveya projeya LabHubê da û bi piştgirîya Vahayê pêk tê.
Çarşema Zîpa, bi çalakîyên curbicur dê li sê bajaran Mêrdîn, Batman û Amedê pêk bê. Çarşema Zîpa ewil li Mêrdînê, li kolanan ligel zarok û malbatan hat pîrozkirin.
Di vê mihrîcanê da, çalakîyên wekî kortej, danûk, atolyeyên zarokan û hwd. cih digirin.
Çarşema Zîpa 13yê Adarê saet 17:30an li Batmanê û 20ê Adarê saet 17:30an jî li Amedê dê bê pîrozkirin.
Derbarê Çarşema Zîpa da
Her miletek bi şêweyek û bi rêwresmên li gor baweriyên xwe yên dîni û ritûelên xwe pêşwaziyê li hatina sala nû dike. Carşema Zîpan jî, ji yek ji wan rituel û şahîyan e. Diyarkirina vê kevneşopiya ku di
her warî de şopa rabirdûyeke kevnar di hundirê xwe de radiwestine, ne hêsan e. Kevneşopî bêtir li gundên Dêrsimê, Diyarbekirê, Batmanê û li derdora Mêrdinê tê pirozkirin. Navê vê kevnoşipiyê jî
li gorî hin herêman diguhere, yên ku mina Qereçarşem, Çarsema Reş, Çarşeme Sai, Qere Çarşema Zipikan û Axirçarsemba yê ji pîroz dikin hene. Çarsema Zîpa, farsema ewil a meha adarê dest pê dike û bi sê çarseman berdewam dike. Di ritûelê de wisa tê qalkirin ku, di Çarsemên Zîpa de dê baran bibare, bihar xweş derbas dibe, eger nebare, zivistan berdewam dike.
“Zîp im zîpedar im
Ku bibarim xwesbihar im
Ku nebarim sermadar im.”
Di wê rojê de şahiyan li dar dixin, kî wê rojê çi karî bike heta salekê di wi karî de dimine û berdewam dike, dijmin û neyar li hev tên û digel hevdû aş dibin û bi hev re diaxifin. Tê niyetkirin ku, di wan rojan divê ku xwarinên xweş bên çêkirin û peyvên nexweş, ji devan dernekevin.