Riha: Lêmiştên siyasetê û çend tiştên din

Riha: Lêmiştên siyasetê û çend tiştên din
Riha: Lêmiştên siyasetê û çend tiştên din
Omer Faruk Baran
  • 16 Mart 2023 12:55

Wêne: Ruha, Omer Faruk Baran / Botan Times

Bi sê hevalên din yên rojnameger re bi lezûbezê li texsîyê siwar berê me li Riha ye ji Diyarbekir. Barana berê hinekî hûrik hûrik hinekî girik girik dibare her ku em nêzîkî Riha dibin mîna bi kîn û kerb be neh qat-deh qat dişidîne û sert û pir sert diçerpîne rûyê erdê. Çirpeçirpa baranê tirs û xofê diniqutîne dilên me û gumanê çêdike ku em bi silametî nikanin herin Riha. Rê rêya her tim, dirêj dibe û dirêj dibe. Lê şikir, bi şorên şikirdar em dibînin ku em li bajêr in ku lehî lê rabûye û daye ber xwe.

Sewtên tarîxî û şoka bajêr

Ro qulibîye esir, av aşt bûye daketiye çîşkî, bes rû û sûretê bajêr mîna ku sewtên tarîxî bihîstibin hîn di şokekê de ye çi bigir. Herîya pir ne nasê bajarên betonî ye nola gundîyekî hê nû hatiye Riha xerîbhal li asfalta reş dirêj û pahn bûye. Rabûnê, lehî rabûye û her tişt kiriye lêmişt: Ferên şimikan, sîtil û satil, balgi û betanî, cil û cêrax, belgeyên nexweşxaneyan, defterên deynan, kitabên testan, û bi sedan hûrmûrên din yên hîn neketine vîdyo û fotografan.

Kes newêre şorê bike

Em li nexweşxaneyeka lehî lê qelibîye disekinin ku rewşa dawî ho bibin. Ne doktor, ne memur, ne sekreter kes newêre rasterast malumatekê bide. Heta bêje berpirsê temamê doktor û nexweşxaneyên Riha ji me re dibêje ku wê walî ser afatê agahîyan bide. Walî jî bo şorekê bike bi wezaretê re danûstandinê dike. Trajîkomîk e, rayedarên hikûmet û dewleta Tirkiyê li bajarên dûrî merkeza Enqerê jî heta paytext xeberê nede neşîne nikane bi îzn û îradeya xwe kevirekî biçûk î rê digire ji şûnê rake. Bêyî tesdîq û piştrastkirinê, em ji ambulansên li pêş nexweşxaneyê hatine hazirkirin texmîn dikin ku rewşa nexweşên li qatên jêr xerab e û ew dikin werin neqilkirin.

Çilkek av li zengînan nakeve

Mêrikekî ji Tirkîya wê bêlî ye Erebê Riha ye, ez jî bi xwe ji vî bajarî me loma zanim, gava em ji hewşa nexweşxaneyê derdikevin nêzîkî me dibe û bi şertê ku em navê wî nenivisîn, fotograf û vîdyoyên wî negirin agahîyên pir enteresan dide ser rant, bertîl, perexwarinên li Riha. Li gor gotina mêrik, herkes li pereyên xwe dinêre û kî miriye maye jî ne xema wekîlan e û dîsa li gor gotina wî zati çi dibe li miletê feqîr dibe, çilkek av jî li zengîn û malmezinan nakeve.

Ji vê ziqaqê derkeve here yeka din, ji wê derkeve here yeka din ya hîn yeka din, ez û hevalên xwe ji hev qut dibin û ez bi rêberî û çavnasîya xortekî ez nas nakim dikevim ziqaqekê ku tarîya êvarê zû hatiye ser.

Tirkîya şikestî ya Kurd û Ereban

Mexdûrên lehîyê çito çav li min û kameraya min dikevin bi feryad û fîxan behsa perîşanîya xwe dikin, ekserî Kurd û Ereb in, bi Tirkîyeke şikestî şorê dikin. Dibêjin ji sibe ve em telefon dikin, beledîye cewabê nade, dibêjin heta niha ye em bi satilan avê dikişînin derve, dibêjin ne cil man ne nivîn man, dibêjin me ji sibe ve parçek nan nexwariye, dibêjin kes nehatiye hawara me, me xwe bi zorê ji mirinê xelas kiriye. Keçikeke gulîdirêj, cil bi herîya şil û şepelî hinekî ji cîranên xwe dûr nêzîkî min dibe û bi hêvîya ku ez bi timtêla xwe ya xwendî halê wê fehm bikim û hawara wê binivîsim dibêje min ez bo îmtihanên unîversîteyê dişixulîm, defter û kitabên min, notên min bi avê re çûn, ez nizam ezê çi bikim çito bikim.

Piştgirî û protestoyên sîyasî

Dadigerim ziqaqeke din, wezîr û rayedarên hikûmet û dewletê cizmeyên zer di nigan de miletê mexdûr teselî dikin. Ji mexdûran hinek dibêjin Xwedê ji dewletê razî be, em sax in û mal û milk jî qet ne xem e, hinek dibêjin vîdanjoreka dewletê tune û mîna kef û kulmên destan bi kepçeyan avê ji bajêr derdixin.

Zarokekî 12 salî çav tije hêsir hewil dide xwe bigêhîne wezîrê hikûmetê ku derdên xwe bibêje, lê giregirên qelebalixê rê nadin wî. Çi ye, te xêr e dibêjimê. Dixwaze ku walî û wezîr werin halê mala wan, halê dê û bavê wî jî bibînin, lê kes guh nade wî. Jiber ku ez pir bi eyarên kameraya xwe ya nû nizanim û tarîya şevereşa bêceyran jî çongan li min sist dikin ez pê re naçim li rewşa mala wî nanêrim, lê bi qasî ew bibişire em sohbeteke li ser nigan dikin û xatir ji trajedîyê dixwazim.

Şor û gotinên li vî bajarî dibihîsim raber dikin ku protesto û piştgirî ji mexdûrîyê pirtir bi reng û dengên siyasî xwe didin der. Riha, ku bi Ereb, Kurd û Tirkên xwe bajarekî multî-kultî ye û di tarîxê de wer yê hatî re gotiye axam yê çûyî re gotiye paşam, bo silametîya siberoja xwe piştî lehîya 15ê Adarê ya 2023yan nîv-muxalîf e nîv-îqtidar. Hezar salî piştî Urfali Mateos yê ku weqayên sedsala 10an û 11an nivîsîne wanî dîtiye, wanî dibêje, wanî dinivîse di sedsala 21an de Urfali Omeros.