Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO): Divê pîrozbahîyên Noel û sersalê bên betalkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li mirovan kir ku cejn û pîrozbahiyên Noel û Sersalê betal bikin. Ji ber ku li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên Omicronê zêde dibin WHOyê ev daxwaz kiriye. Serokê Rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesusî hişyarî da ku civîna cejn û pîrozbahîyan dê li gelek deveran bibe sedema “zêdebûna bûyeran, barê zêde […]

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO): Divê pîrozbahîyên Noel û sersalê bên betalkirin
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO): Divê pîrozbahîyên Noel û sersalê bên betalkirin
Botan Times
  • 21 Aralık 2021 10:16

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li mirovan kir ku cejn û pîrozbahiyên Noel û Sersalê betal bikin. Ji ber ku li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên Omicronê zêde dibin WHOyê ev daxwaz kiriye.

Serokê Rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesusî hişyarî da ku civîna cejn û pîrozbahîyan dê li gelek deveran bibe sedema “zêdebûna bûyeran, barê zêde li ser pergalên tenduristiyê û bêhtir mirinan” û bang li mirovan kir ku van civînan betal bikin an paş ve bidin.

Ghebreyesus: “Ev yek tê wateya paşxistin an betalkirina pîrozbahîyan lê bêguman ji betalbûna jiyanê çêtir e ev yek.”

Ghebreyesus gotiye ku guhertoya Omicronê ji guhertoya Deltayê zûtir belav dibe û di heman demê de di mirovên ku derzî bûne an jî bi nexweşiya Covid-19ê ketine dibe sedema enfeksiyonan.

Hejmarek welat, di nav de Fransa û Almanya jî hene, tedbîrên xwe yên Pandemîyê tund kirine û qedexeyên rêwîtiyê ferz kirine da ku belavbûna guhertoya nû rawestînin. Hollanda jî di heyama Sersalê de girtina tevahî îlan kiriye.

Omicron, cara yekem di meha Mijdarê de li Afrîkaya Başûr hate dîtin.

Dr. Ghebreyesus her wiha teqez kir ku heta nîvê sala bê, ger heta nîvê sala 2022yan ji sedî 70ê nifûsa her welatekî li cîhanê were derzîkirin dibe ku bi vî rengî dawî li pandemîyê were.