Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO): Omicron, rîskeka “pirr mezin” di xwe de dihewîne

Hejmara pêketîyên Coronayê her zêde dibe. Tê texmînkirin ku sedema zêdebûnê jî guhertoya Omicronê ye. WHOyê destnîşan kiriye ku Omicron rîskeka “pir mezin” di xwe de dihewîne. WHOyê di derbarê vê yekê de hişyarî daye û gotiye: “Li pêşiya me zivistaneka pirr dijwar heye”. Piştî derketina guhertoya Omicronê, ku pirr zû digihîje mirovan, bûyerên Coronayê […]

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO): Omicron, rîskeka “pirr mezin” di xwe de dihewîne
Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO): Omicron, rîskeka “pirr mezin” di xwe de dihewîne
Botan Times
  • 30 Aralık 2021 06:56


Hejmara pêketîyên Coronayê her zêde dibe. Tê texmînkirin ku sedema zêdebûnê jî guhertoya Omicronê ye. WHOyê destnîşan kiriye ku Omicron rîskeka “pir mezin” di xwe de dihewîne. WHOyê di derbarê vê yekê de hişyarî daye û gotiye: “Li pêşiya me zivistaneka pirr dijwar heye”.

Piştî derketina guhertoya Omicronê, ku pirr zû digihîje mirovan, bûyerên Coronayê li çaraliyê cîhanê dîsa zêde bûne. Rêvebirê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di derbarê vîrûsê de hişyarî daye, gotiye ku ev guherto pirr zû belav dibe lewra jî li pêş me zivistaneka dirêj heye.

Ghebreyesus diyar kir ku vekolînên pêbawer destnîşan dikin ku “potansiyela guhertoya Omicronê ku di du-sê rojan de zêde bibe du caran ji guhertoya Deltayê zêdetir e”.

Ghebreyesus diyar kiriye ku li gelek welatan belavbûneka bilez hatiye tespîtkirin. Emrîka, Brîtanyaya Mezin, Fransa û Îtalya hin ji van welatan in.

Yek ji wan welatên ku di hejmara pêketîyên nû de di pêş de ye Fransa ye. Li Fransayê di rojekê de 179,807 bûyerên nû hatine tespîtkirin. Ji ber van zêdebûnan tê plankirin ku di 3yê Çileyê de Fransa tedbîrên nû yên Coronayê bixe dewrê.

Li gorî daneyên herî dawî yên êvara Sêşemê li Îngilîstan û Walesê hatin ragihandin; di rojekê de hejmara nexweşên nû ji 129 hezarî derbas bûye. Rayedarên Brîtanî diyar kirine ku ji ber betlaneya Noelê, agahiyên ku ji Îrlandaya Bakur û Skotlandê hatine şandin bi derengî ketine û hejmara bûyerên nû daneyên van her du herêman jî di xwe de nahewînin.

Li Yewnanîstanê jî hejmara pêketiyan zêde ye. Rayedarên Yewnanîstanê ragihandine ku ji roja Sêşemê ve, di 24 saetan de 21,657 bûyerên nû hatine tespît kirin. Rayedaran diyar kirine ku ev hejmar ji roja berê du qat zêdetir bûye. Dê li Yewnanîstanê jî kabîneya wezîran bicive û biryarên tedbîrên nû yên li ser Coronavirusê bide.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan (CDC) ragihandiye ku roja Duşemê di 24 saetan de zêdetirî 440 hezar bûyerên nû hatine tomarkirin.

DW*