Rêxistina Doktorên Sînornenas 440 koçber rizgar kirine


Navenda Nûçeyan
Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF)ragihand ku keştiya wan a bi navê Geo Barentsê, 440 koçberên neqanûnî li avên navneteweyî yên Deryaya Spî rizgar kirine.
Rêxistina sivîl a bi navê “Telefona Alarm” ê duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî banga alîkariyê ya koçberên li Behra Spî kiribû.
Lê keştiya Geo Barentsê ji bo ku ji hewaya bahozê dûr ve çîbû. Piştî ku 10 saetan keştîya MSFê xwe gihandîye koçberan.
Di operasyona ku zêdeyî 11 saetan dewam kir da 30 jê zarok 8 jê jin bi tevahî 440 kes hatin rizgarkirin.