Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir

Ji
15/08/2024

Dîrokzan û Rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir.

Dîrokzan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir. Odeya Doktoran a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Ekîncî koça dawî kir.

Odeya Doktoran di parvekirina xwe de wiha got: 

“Me bi xemgîniyek mezin bihîst ku endamê me yê hêja siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Dr. Tarik Ziya Ekîncî wekfat kiriye. Em êşa malbata hevpîşeyê xwe parve dikin û sersaxiyê ji civata hekîman û hezkiriyên wî re dixwazin.”

Derbarê Tarik Ziya Ekîncî de

Di sala 1925an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Di sala 1949an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Pisporê nexweşiya hundirîn, siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan e. Ew di hilbijartina 1965’an de ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) wekî parlementer hatibû hilbijartin. Ekîncî di heman demê de hevalekî nêz ê nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) e ku di sala 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Amedê hatibû qetilkirin. Wî serokatiya Odeya Tabîban a Amed-Mêrdîn-Sêrtê kiriye. Ew endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekitiya Tabîban a Tirkiyeyê bû. 

Ekinci di sala 1970’yî de di damezrandina Navendên Çanda Şoreşgerî ya Rojhilatê (DDKO) ya Amedê de cih girtibû. Ekîncî piştî Muxtaraya 12’ê Adarê bi îdiaya “propagandaya Kurdayetiyê û komunîzmê kiriye” li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê 3 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Di serdema 12’ê Îlonê de jî 5 caran hate girtin. Piştî hat berdan çû derveyî welat. Heta sala 1989’an li Parîsê doktorî kir. Paşê dîsa vegeriya Tirkiyeyê.

Ekîncî ku endamê Lijneya Şêwirmendiya Siyasî ya Akademîk a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kiribû. Xebata wî ya siyasî ya herî dawî jî di Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtibû. 

Ekîncî gelek pirtûk û nivîsên li ser pirsgirêka kurd û rastiya kurdan nivîsandiye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku