Rewşa Zimanê Kurdî û Îmkanên li ber Derî

Rewşa Zimanê Kurdî û Îmkanên li ber Derî
Rewşa Zimanê Kurdî û Îmkanên li ber Derî
Reha Ruhavioğlu

Îro metirsîya herî muhîm têkçûna zimên e û li gor lêkolînan bikaranîna zimên di nav nifşan de wek cemeda li ber tavê dihele û kêmtir dibe. Şert û mercên alternatîf jî ne bes in ku zarokan hînî zimên bikin. Ji ber vê yekê heta ew roja mafê zimên tê bidestxistin, divê ji bo dersên bijarte yên Kurdî bi awayekî jidil û cidî helwestek bê nîşandan.

***

Li Tirkîyeyê, li ser zimanê Kurdî meriv dikare bi kurtasî sê tespîtan bike: Yek, ziman bi lezûbez lawaz dibe. Du, xwesteka Kurdan a herî hevpar û pêştir ziman e ku dixwazin statûyeke zimanê wan hebe û xusûsen di pergala perwerdeyê de cih bigire. Sê, di nav pergala perwerdeyê de dersên Kurdî yên bijarte hene û li gor ehemîyeta xwe eleqeyê nabîne.

Rewşa zimanê Kurdî

Li gor encamên Kurdish Barometerê, ji 10 kesan tenê 3 kes baş Kurdî diaxivin. Kurdîya 3 kesan jî nîvco ye û em dikarin bibêjin ziman di jîyana wan 4 kesên din de jî cih nagire.

Xala herî muhîm ew e ku li gor lêkolînên Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên Kurdî), rewşa zimên di nav nifşan de xerab diguhere. Ji 100 Kurmancên xama, tenê 29 kes bi dê û bavê xwe re bi temamî Kurmancî diaxivin, lê yên ku bi zarokan re bi temamî Kurmancî diaxivin tenê 9 kes in. Yanî di navbera dayika min û keça min de ziman ji sê paran du par (3/2) kêm dibe. Ger meriv ji rewşa Kurmancî re bibêje xerab e, nizanim ji ya Zazakî re çi bibêje!

Daxwaza hevpar: Mafê ziman

Li Tirkîyeyê, daxwaz û xwestekên Kurdan pircure ne. Lê daxwaza herî hevpar ziman e. Ji sedî heştêyî zêdetir Kurd dixwazin zimanê Kurdî di nav sîstema perwerdeyê de cih bigire. Piraniya wan jî dibêjin bila perwerde bi du zimanan, bi Kurdî û Tirkî be.

Berê min li ser vê malperê gotibû, ez ê dubare bikim: Sîstema Tirkîyeyê nijadperestîyê li Kurdan dike û bi dehan salan proseseke asîmîlasyonê li ser Kurdan bi rê ve birîye. Niha mîna berê nebe jî tesîra wê prosesê li ser îro jî giran e. Dîsa jî Kurd bi yek zimanî qayîl nebûne. Ji AK Parti û Hüdaparê heta HDPyê, ji rastgiran heta çepgiran, ji oldaran heta sekûleran piranîya kurdan mafê xwe yê zimanî dixwazin.

Îmkanên li ber derî

Herwekî ku min berê jî li vê derê behsê kirî, zêdetirî ji sedî heştêyî Kurdan mafê zimên dixwazin, lê heta ku ziman normalîze nebe yanî ji bin sîya polîtîzasyon û krîmînalîzasyonê dernekeve, xwe nadin pêş. Îro îmkanek li ber derî heye ku zimên ji nav pêlên krîmînalîzasyon û polîtîzasyonê xelas bike û motîvasyonekê bide zarokan ku hînî zimanê xwe bibin.

Li Tirkîyeyê, ji sala 2012an vir de mafê dersên bijarte yên Kurdî heye. Malbatên Kurd dikarin li dibistana navîn ji bo zarokên xwe hefteyê du saetan dersa Kurdî hilbijêrin. Lê ji ber ku hem hejmara mamosteyan kêm e, hem jî li gelek dibistanan ev mafê heyî bi awayekî bûrokratîk tê veşartin, ev îmkanên heyî li gor ehemmîyeta xwe eleqeyê nabîne. Lê sebebên herî muhîm ne ev in.

Hereketa sîyasî ya herî mezin (HDP, DEM hwd.) û sendîka û komeleyên li derûdora hereketê ji ber ku ne dersên bijarte, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin, li dijî dersên bijarte derketin. Lewma sala yekem dema tenê 18 hezar kesan ev ders hilbijart, wezîrê perwerheyê tênegihiştîye, matmayî maye û gotîye “Min bawer nedikir ku ewqas hindik were hilbijartin.” Ji ber ku ji vê hereketê zêdetir kes nikare dengê xwe bigihijîne xelkê, ev mafê dersan çend salan bêxwedî ma. Ev çend sal in jî hinek kampanya tên meşandin lê hejmar encax gihiştîye 20-21 hezaran.

Ev du sê sal in, li alîyekî herketeke zimanî berfireh dibe û li alîyê din jî hereketa sîyasî dijberîya xwe hinekî sist kiriye, kampanya zêde bûne lê heta ku hereketên sîyasî bi coş bang li miletê Kurd nekin û sendîkayên xurt nedin pêş, zor e ku hejmar bigihîje sed hezaran.

Bêguman mafê perwerdeya bi zimanê xwe mafeke siruştî û tabi’î ye. Lê li gor qaîdeya “ma la yudraku kulluhu la yutraku kulluh“, “ger temamê tiştekî nayê bidestxistin, bi temamî nayê terkkirin jî”. Jixwe ger em li tecrubeyên Kurdan binêrin, li Tirkîyeyê tim bi vê qaîdeyê ‘emel kirine.

Xulase, îro metirsîya herî muhîm têkçûna zimên e û li gor lêkolînan bikaranîna zimên di nav nifşan de wek cemeda li ber tavê dihele û kêmtir dibe. Şert û mercên alternatîf jî ne bes in ku zarokan hînî zimên bikin. Ji ber vê yekê heta ew roja mafê zimên tê bidestxistin, divê ji bo dersên bijarte yên Kurdî bi awayekî jidil û cidî helwestek bê nîşandan da ku zarok di bin banê dibistanan de fêrî zimanê xwe bibin û bibînin ku Kurdî zimanekî perwerdeyê ye jî.