Mehmet Emîn Ozkan 27 sal in ku li girtîgehê bû. Ew di 83 saliya xwe de bi nexweşîyên giran derketiye.
Ji Dengê Amerîkayê Xecîcan Farqîn li ser rewşa wî bi keça wî Selma Ozkanê re axivîye.
Wê gotiye:
‘’Wî ji nexweşxanê birin girtîgehê, lê hê ez negihîştim malê telefon kirin û gotin cezayê bavê min sê meh paşve avêtine û jibo dermankirinê wî berdane. Nizanim ji bo ku rewşa wî xirab e yan rehim ket dile wan loma ew berdan. Lê her ji ber çi be jî ev ji bo me weke xewn bû.’’
Ozkan çima hatibû girtin?
Mehmet Emîn Ozkan, li ser îfadeya îtirfaçîyan, bi îdiaya ku Fermandarê Cenderme Bahtîyar Aydin li Lîcê kuştîye, bi cezayê dirêjîya jînê hatibû mehkum kirin û ew 27 sal in ku girtî bû.
Gundarîya temama nûçeya Dengê Amerîkayê bike:
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.