Rêwîtîya Pantorekê

Rêwîtîya Pantorekê
Rêwîtîya Pantorekê
Hişyar Botî
  • 16 Mart 2023 10:34

Fotograf: Hatay, Murat Bayram

Peyîza 2018’an li paytexta Swêdê Stockholmê me ez. Peyîz çiqas demsalek romantîk e, bayê peyîzê li welatê me hênîk e.

Dem dema xêr û bêr e, erê ji alîyekê xweza kirasê keske şîn ji xwe dike û li xwe dikê fîstanê zer, sor heta tazî işmit  dîmîne, ji alîyên din jî, li welatê me dema çinîna hinarên zivzikê, tirîyên teyfê, alîsor , fisteqên Sêrtê û gelek fêkîyên din.

Îcar em vegerin peyîza Swêda İskandinav û vaykîngîyan. Swêd ji Rojava heta rojhilat teng e lê ji bakur heta başur çiqas dirêj e. Ji lewra jî Stockholm li başurê rojhilatê Swêdê dimîne. Peyîz  e hê destpêka peyîzê ye serê îlonê ye. Li jor min piçkê behsa peyîza welatî kir , ji bo hûn peyîzên her dû welatan bidin ber hev.

Ji Stockholm em  ber bi bakurê Swêdê ve diçin, nêzikê hezar  km’yan em çûn , her deşt û her erda rast û ne çîya , ne gełî ne newal me ne dîtin. Ez zêde serê we ne êşînim, em gihan bineciha xwe, em ji erebê peyabîn, em çi bibînên?

Berf dibare, erê destpêka peyîzê berf dibare, sar e, em dicemidin, em ji xwe re dibêjin; ev çî ye ? Em hatin kû derê? Ji ber ku em ê zivistanê li vî bajarê sar derbas bikin, divê em hazirîya zivistanê jî bikin.

Ez bawer im êdî hûn dikarên taxmîn bikin, wê zivistan çiqas sar be li vî bajarê bakurê Swêdê. Gotinek ya Swêdîyan heye , dibêjin; Serma nîn e, cil û bergên neqenç hene.

Ji ber ku zivistan pirr dijwar derbas dibe, wek -30 , -35 pile , li Swêdê li ser cilên xwe de, pantorkê li xwe dikin da xwe ji sermaya dijwar biparêzên. Ev pantor taybetin, heta -40 pileyê jî mirov ji sermayê diparêzên. Sibata 2023 yan, xeberek reş û ne bixêr ji welatî hat, li Mereşê di rojekê de, du erdhej li pey hev çêbîye, tesîr li 11 bajaran kiribî, Hatay jî ji yek wan bajara bî.

Xalê min û malbata wî, hevjîna wî û du kûrên wan jî li Hatayê dijîn. Piştî erdhejê , ti kesekî salûxdanên wan ne hilanîn her dû rojên ewilî.

Piştî 2-3 rojan, me fêm kir ku, avahîya wan hilweşiyaye, ew jî di bin kavilan de mane, mixabin. Ez jî, ji Swêdê ber bi Antaqya derketim rê.

Heta Edenê ez ê bi teyarê biçûma, lê piştî Edenê ne dîyar bî ka ez ê çewa xwe bigîhînim Antaqyayê. Li teyara wê me ji Stenbol bibe Edenê, min camerek naskir ew ê jî biçûya Antaqya, camêr ji Elmanya dihat, wê biçûya hawara, mirov, nas û xizmên xwe yên li Antaqya.

Pêşîya were ji xwe re erebeyek kirê kirîbî wê bitenê biçûya, min jê pirs kir; ka gelo dikarê min jî bi xwe re bibe an ne?

Wî ji dil û can qebîl kir, ne dixwest tenê biçe, ji ber ku, ne dizanê di rê de çi li pêşiya wî ye. Ez  û ew  camêr bi hiş,  mejî û ramanên xwe sedê sed ji hevdû cida bîn, lê em bîn rêhavelê hev, birîna me yek bî, bêçaretîya me yek bî, bêhêvîtîya me yek bî, rêya me yek bî.

Me baş dizanî ku li Antaqya kêmasîya gellek pêdivîyan heye ji xwe hawar û alîkarî dereng mabî. Ji ber vê yekê pêşiya em derkevin rê, me erebe tejî, nan, av , çixare benzîn û mazot kir û me da rê. Min dizanî wê sar be, ne qasî Swêdê jî be li wê dîsa jî sar be, ya xiraptir de dîyar e ezê çend rojan bimînim.

Min jî wek tedbîr pantorê xwe teybet kû heta -40 pileyî jî xwe li ber sermayê digre bi xwe re bir, berdestê sibhê em giham Antaqya, li ser kavilên avahîya xalê min kar û barê lêgerîn û rizgarkirênê berdewam dikir lê hê negihabîn wan.

Yên dixebitîn jî, karkerên kanza yên xwebexş bîn ji Zoguldakê hatî bîn. Ji xwe li qadê kesên dixebitîn, yên alîkarî dikirin, yên bi hawara gel hatîn, piranîyan wan mirovên xwebexş bîn.

Pirr sar bî, min jî pantorê xwe li xwe kir. Lê mixabin dema dilê mirov ji bêçaretî ji bêhêvîtî bicemidê, pantorê Swêdêyan jî feyde nakê, pantor tenê laşê mirovan germ dikê, ne dilê mirovan.

Her gotinek ji bo erdingarîya xwe ye, dema dilê mirovan bicemidê, cil û berg pere nakê. Ev bîst roj borîn li ser erdhejê re, lê hê dilê me dicemidê, hê welatê me dicemidê mixabin.