Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rêvebirê Amedsporê: Ji roja ku me navê xwe kir Amedspor êrîş dest pê kirin

05/03/2023

Ji Lijneya Birêveberiya Amedsporê Metîn Kılavuz derbarê êrîşên nîjadperest ên di maça Bursasporê de axivî. 

Kılavuz got, “Dîyar û eşkereye ev ne nêzîkatiya fanatîk a sê-çar ciwanan e. Provokasyoneke pir amade û bi zanebûne.”

Kılavuz bo bûyerên li Bursayê qewimî ji BBC Turkçe yê re anî ziman ku ji sala 2015an û vir ve tîma wan rastî zextan tên.

Klavuz dibêje, “Piştî ku klûb navê Amedsporê girt, di qedexekirina temaşevanên derve de rekora Tirkiyeyê tomar kiriye.

Amedsporê tu carî tenê bi 11 lîstikvanan nelîstiye. Ji hakem heta rapora çavdêr her kes li dijî wî ye.”

Metîn Kılavuz

Çi bibû?

Îro (Yekşem) beriya maça bi Bursasporê re lîstikvanên Amedsporê ji kêleka qadê û ji çeperan rastî êrîşan hatin. 

Di dema lîstikê de jî erîşê aligirên Bursasporê berdewam kir.

Her wiha komek aligirên Bursasporê wêneyên Torosên spî û endamên JÎTEMê li stantan vekirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan