Rêveberiya Xweser: Tirkiyeyê 40 caran êrîş kiriye

25/10/2024

Rêveberîya Xweser ragihandiye ku Tirkiyeyê di 24 saetan de 40 caran êrîş kirine. Di encama êrîşan de 14 kes mirine û 40 kes birîndar bûne. Di nav miriyan de zarokek jî heye. Li gorî agahiyan Tirkiyeyê navendên xizmetê, bingehên avahîyan, gund û bajar armanc kirine. Ji ber êrîşan 250 hezar malbat bê elektrîk mane.

Êrîşên li ser herêmê

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku di êrîşên Tirkiyeyê de zêdetirî 14 kesan mirine û 40 kes birîndar bûne. Li gorî daxuyanîyê, Tirkiyeyê ji êvara Pêncşemê heta nîvroya Înê 40 caran êrîş kiriye.

Rewşa Minbicê

Navenda Ragihandina Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşên 24 saetan daxuyanîyek daye. Di êrîşan de navendên xizmetê, bingehên avahîyan, gund û bajar hatine armanc kirin. Di êrîşên bi balafirên bêmirov de gelek kes mirine û birîndar bûne.

Zirarên giştî

13 gundên bakur, rojava û bakurê rojhilatê bajarê Minbicê 8 caran bi fûzeyan, 4 caran bi balafirên bêmirov û 3 caran jî bi dronên xwekuj hatine bombekirin. Di bombebarana gundê El Buniye yê rojhilatê Minbicê de xanîyekî bi tevahî hilweşiyaye. Zarokeka bi navê Fereh El Berho (11 salî) miriye, Ebdurehman Berho (13 salî) û Semîr Berho (8 salî) jî birîndar bûne.

Bandora li ser bingehên enerjîyê

Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov refinêrîyên petrolê û îstasyonên elektrîk û enerjîyê yên li nêzî Ûdê 17 caran bombekirin. Ji ber êrîşên li Kobanê, Tirbespiyê û Amûdê elektrîk hatiye birîn û zêdetirî 250 hezar malbat bê elektrîk mane.

Banga ji bo civaka navneteweyî

Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrîşan bang li hêzên navneteweyî kiriye û ev êrîş wek “jenosîd” bi nav kiriye. Daxwaz kiriye ku komîteyên lêpirsînê bên avakirin û sûcdar bên darizandin.

Çavkanî: MA, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Haber Bülteni – 25 Kasım 2024

Weşana paşê

Qedexeya li ser alîgirên Amedsporê hatiye rakirin