Rêveberîya Xweser derbarê êrişên Tirkîyeyê da daxuyanîyek belav kir

13/01/2024

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên Tirkîyeyê yên li ser rojava daxuyanîyek balav kir.

Piştî şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkîyeyê li herêma Zap û Metîna, Tirkîyeyê gelek caran rojava bombebaran kir.

Di encama êrişan da zîyan gehişte sazî û binesazîyan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di daxuyanîyê da wiha hatîye gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne, navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin. Armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

DYA û Îngilistanê êrişî Hûsiyan kir:”Êrîşên li dijî Yemenê dê bê bersiv nemînin”

Weşana paşê

Navenda Çanda Mezopotamyayê Şevbuhêrka Sersalê li Stenbolê li dar xist

Te hay ji vê heye?