Rêveberîya Xweser: Armanca me rizgarkirina wê herêmê ye

10/10/2024

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê daye zanîn ku ew dê wê herêma dagirkirî rizgar bikin.

Ev pênc sal in Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî di bin dagirkerîyê da ne ku dewleta Tirkîyeyê û grubên çekdar ên bi ser wê ve kontrol dikin wan herêman.

Rêverberîya Xweser bi minasebeta salvegera 5an a dagirkirina wan herêman daxuyanîyek nivîskî weşandîye.

Li gorî Rûdawê Rêveberîyê destnîşan kirîye û gotîye: Berdewamkirina dagirkerîyê, berdewama hişmendîya qirkirinê ye û divê ji holê rabe.

Rêveberîya Xweser bangî hêzên navneteweyî yên “bi dewleta Tirkîyeyê re hevkar in” kir ku dev ji vê sîyaseta xwe berdin.

Di daxuyanîya de sûcên ku li herêmên dagirkirî tên kirin hatin bibîrxistin û bang li Neteweyên Yekbûyî û sazîyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku ji bo naskirina sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin, komîteyeke serbixwe ya lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

“Ev herêm dê werin rizgarkirin”

Rêveberîya Xweser dîyar kir, “Bidawîkirina dagirkerîyê dabînkirina ewlehîyê û aramîyê ye” û got:

 “Biryareke stratejîk a rêveberîyê ku çi qasî dirêj biajo jî ew herêm dê bi israra gel û şopandina rêya şehîdan werin rizgarkirin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ayfer Duzdaş dê li Amedê konsertekê bide

Weşana paşê

Çima li Tirkiyeyê Discord hatiye qedexekirin? – BBC

Te hay ji vê heye?