Reva Yılmaz Güney dê bibe fîlm

10/11/2023

Revîna Yılmaz Güney ya ji girtîgehê dê bibe fîlm ku dema bo wî rojek izin hatîye dayîn, ew wê rojê ji Tirkîyeyê revîye.

Jîyana derhêner, lîstikvan û senarîstê kurd Yılmaz Güney ji alîyê Edi û Bruno Hubschmid ve hatîye nivîsîn dê bibe fîlm û Cîhan Înan dê derhênerîya wê bike.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Ugly King Productionê têkildarî naveroka filmê ragihandîye ku dê çîroka reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê were kişandin.

Çêkerê fîlman ê Swîsreyî Edi Hubschmid di pirtûka xwe ya bi navê “Rê Çîrokek a Sirgûnê ye” de behsa pêvajoya reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê û hata mirina wî dike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Dolarekî amerîkî bûye 28,69 lîre

Weşana paşê

Weşanên Avestayê ‘Min çi dît’ çap kir

Te hay ji vê heye?