Reuters – Netanyahu: Îsraîl dê ji bo agirbestê hevdîtinên xwe berdewam bike

27/09/2024

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotîye, dê Îsraîl ji bo Libnanê hevdîtinên xwe yên agirbestê berdewam bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, roja pêncşemê Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê, agirbesta ligel Hizbullahê red kirîye tevî bangên agirbestê yên cihanê û Îsraîlê erîşên xwe yên ezmanî berdewam kirine ku ew êriş bûne sebebê mirina bi sedan kesan.

Li gorî daxuyanîyên şaredar Mohammad Saab dane Reutersê, di erîşên Îsraîlê yên roja Înê da, ji malbateka çarzarokî, bi giştî neh kes mirine. Wezareta Tendurîstîya Libnanê eşkere kiriye ku ji roja duşemê ve zêdetirî 600 kesan canê xwe ji dest dane.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

7 Baroyan daxuyanî da derbarê desteserkirinan da

Weşana paşê

28 kesên ku li Amedê hatibûn desteserkirin, birin Edliyeyê